Li konê serxweşiyê yê li Kolnê serdanên girseyî

Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Sturggle, ku ev sê roj in li bajarê Elmanya Kolnê kon vedane, serdanên serxweşiyê qebûl dikin.

Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Sturggle, ku ev sê roj in li bajarê Elmanya Kolnê kon vedane, serdanên serxweşiyê qebûl dikin.

Rayedaran diyar kirin ku kon wê heta vê êvarê vekirî bimîne û saet di 18:00 de ji bo şehîdên Pirsûsê çalakiya bîranînê were lidarxistin.

Konê li ber Haûptbahnhofê hat vedan, roja Pêncşemê ji aliyê Hevseroka AvEG-Kon'ê Şafak Arabaci ve hat ziyaretkirin. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê jî bi awayekî girseyî ziyaret kir û piştgiriya xwe nîşan da. Li ber konê ku li ser teşhîrkirina AKP û çeteya DAIŞ'ê axaftin hatin kirin, belavok hatin belavkirin.

Serdanên koçber û xwecihiyan ên ji bo konê serxweşiyê dewam dikin.

Li kon, ji bo meşa roja Şemiyê ya li bajarê Dusseldorfê saet di 14:00 a li ber Haûptbahnhofê, banga beşdariyê tê kirin.