YDGK/ YDG-H’ê banga pêşxistina têkoşînê
YDGK/ YDG-H’ê bang li “hemû ciwanên welatparêz, şoreşger, demokratîk û sosyalîst kir ku li ser esasê xweparastinê li hember girtinan bi ruhê Gezî û berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê biherikin qadan" kir.
YDGK/ YDG-H’ê bang li “hemû ciwanên welatparêz, şoreşger, demokratîk û sosyalîst kir ku li ser esasê xweparastinê li hember girtinan bi ruhê Gezî û berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê biherikin qadan" kir.
YDGK/ YDG-H’ê komkujiya ku AKP’ê li Pirsûsê pêk anî lanet kir got, “Em bang li hemû ciwanên welatparêz, şoreşger, demokratîk û sosyalîst dikin ku li ser esasê xweparastinê li hember girtinan bi ruhê Gezî û berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê biherikin qadan, li kolanan nobetê bigirin û li ser esasê pêşxistina serhildanan têkoşîna aktîf bikin.”
YDGK/ YDG-H a daxuyaniyeke nivîskî weşand komkujiya AKP’ê li Pirsûsê pêk anî lanet kir. YDGK/YDGH’ê 31 sosyalîstên SDGF’yî bibîr anî got: “Em soza xwe ya girêdayî têkoşîna wan bin û bigihînin serketinê dubare dikin.”
YDGK/YDG-H’ê diyar kir ku hemû çalakiyên derveyî mirovatiyê yên DAIŞ’ê, hikûmeta AKP’ê pêk anîne û got: “berpirsyarê komkujiya Pirsûs a li hember hêzên têkoşîna hevpar AKP bi xwe ye. Yê ferman daye jî Erdogan e.”
YDGK/YDG-H’ê destnîşan kir ku Erdogan û ekîba wî ya şerê taybet li Giştî Rojhilata Navîn bi taybet jî li ser Kurdistanê hemû polîtîka û pêngav vala derxistine êrîşên li hember rêberê gelên Rojhilata Navîn zêde kiriye, nêzî 3 meh in hevdîtinên bi Ocalan re asteng dike û wiha dewam kir: “Erdogan û dewleta Tirk divê vê baş zanibin ku tecrîda li ser Rêber Apo ji bo me sedema şer e. Bila ji bîr nekin eger bi qasî zereyekê zerar bigihêje Rêber Apo em ê cîhanê li serê wan xera bikin.
Di demên dawî de biryarên di civînên ewlekariyê de girtine nîşan didin ku şerê li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê wê zêdetir bike. Piştî civîna dawî ya ewlekariyê ji bo planên xwe yên ewlekariya sînor li Rojava bixe dewrê, bi awayê DAIŞ li sînor êrîş dike provokasyon derxistiye. Li Bakurê Kurdistanê jî li gel operasyonên leşkerî girtinên komî yên siyasî jî destpê kirine. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê gelê me ji xweparastina xwe bawer be, li hember komkujî û operasyonên rû didin bêdeng nemîne. Divê qet em qebûl nekin dewleta Tirk a mêtinkar bikevin mal, kolan û taxên me.
Em bang li hemû ciwanên welatparêz, şoreşger, demokratîk û sosyalîst dikin ku li ser esasê xweparastinê li hember girtinan bi ruhê Gezî û berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê biherikin qadan, li kolanan nobetê bigirin û li ser esasê pêşxistina serhildanan têkoşîna aktîf bikin.”