Ji HDP'ê banga tevlîbûna li Meşa Mezin a Aştiyê
HDP'ê da xuyakirin ku ew destekê dide Meşa Mezin a Aştiyê û banga tevlîbûnê kir.
HDP'ê da xuyakirin ku ew destekê dide Meşa Mezin a Aştiyê û banga tevlîbûnê kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew destekê didin Meşa Mezin a Aştiyê ya li ser banga Bloka Aştiyê di 26'ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 16:00 de li Stenbolê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev meşa bi rûmet, ku Hevserokên me Birêz Fîgen Yuksekdag û Birêz Selahattîn Demîrtaş, endamên me yên Desteya Rêvebriya Navendî û Meclîsa Partiyê û parlamenterên me wê beşdar bibin, wê bibe pireke ber bi aştî û biratiyê ya gelên me. Ji ber vê yekê em bang li hemû dostên xwe, dilên alîgirê aştiyê, hêzên demokrasiyê dikin, ku li hemberî polîtîkayên şer ên hewl tên dayîn werin meşandin, bi armanca şermezarkirna kujerên rêxistina terorê DAIŞ'ê, di serî de Pirsûs li dijî komkujiyan û li hemberî destekdarên kujeran ên hundur û deve, di rêya aştiyê de bibin yek."