HDP: AKP polîtîkayên dûrketina ji aştiyê dimeşîne
HDP'ê diyar kir ku hikûmeta AKP polîtîkayên dûrketina ji aştiyê xistiye rojevê û daxwaza hevdîtina giştî kir.
HDP'ê diyar kir ku hikûmeta AKP polîtîkayên dûrketina ji aştiyê xistiye rojevê û daxwaza hevdîtina giştî kir.
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, bi îmzeyên 80 parlamenterên xwe re, ji bo nirxandina polîtîkayên hikûmetê yên li derve û hundir dûrketina ji aştiyê û nîqaşkirina vê rewşa tirsnak, daxwaza hevdîtina giştî kirin.
Di metna daxwazê de hat gotin, "Rewşa awarte ya dema dawî ya li welatê me, bi komkujiyeke hov a li Pirsûsê re gihaşt nuqteyeke tirsnak."
Bûldan û Balûken diyar kirin ku polîtîkaya derve ya piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê hat meşandin, roj bi roj bêhtir gef li ewlekariya gel û welatê me xwar û gihaşt radeya ji dest dayîna jiyana mirovan.
Cîgiran gotin, "Ji ber ku polîtîkaya derve dûrî çarçoveya aştiyê tê meşandin, gefa li ser gelê me roj bi roj zêde dibe. Yên xwedî erka rêveberiyê, bi polîtîkayên xwe yên li hemberî van gefan re rê li ber qelsiya ewlekariyê vedikin, nikarin bi têrkerî tedbîran bigirin û lêkolînên wan jî ne di asta bersivdayîna ji wijdanê civakê re ye.
Di metnê de hat ragihandin ku hevsengiyên li Sûriyeyê hêzên nû derxistine holê û destnîşan kirin ku divê li dijî gefên rêxistina terorê DAIŞ'ê yên li welatê me û herêmê dixwe, tavilê tedbîrên cidî werin girtin.
'PÊWÎSTE MECLÎS BI ROLEKE AKTÎF RABE'
Bûldan û Balûken anîn ziman ku hikûmet tevî polîtîkayên xwe yên derve ku dûrî aştiyê ne, di nava welêt de jî ji bo aştiya navxweyî tiştekî nake û gotin, "Bingeha agirbestê ya demeke dirêj hebû, qels dibe. Ji bo xurtkirina jiyana bi hev re û zemîna aştiyê, divê Meclîsa me bi roleke hîn aktîf rabe.
Di polîtîkay derve û hundir de dûrketina ji aştiyê tê wateya gefa li jiyan, ewlekarî û pêşeroja me. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku Meclîs, polîtîkaya derve û hundir a hikûmetê ya ji aştiyê dûr ketiye, polîtîkayên gefê li jiyana gelê me dixwin, tavilê binirxîne."