Yuksekdag banga piştevaniya nirxên aştî û demokrasiyê kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, Çagla Seven a di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bû li nexweşxaneyê ziyaret kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Çagla Seven a di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bû li nexweşxaneyê ziyaret kir. Yuksekdag diyar kir ku ciwanên SGDF'î ji bo nirxên mirovahiyê derketin rê û dixwestin birînên Kobanê derman bikin lê rastî êrîşek nemerdî hatin. Yuksekdag anî ziman ku armanca ciwanên jiyana xwe ji dest dane pêkanîn peywireke însanî ye û banga li dora nirxên aştî, demokrasî û piştevaniyê bên cem kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Sezaî Temellî û Garo Paylan û gelek HDP'iyan re li Nexweşxaneya Zanîngeha Stenbolê Doktor Çagla Seven a ku di komkujiya Pirsûsê de birîndar bû ziyaret kirin. Yuksekdag li beşa lezgînî Seven ziyaret kir û derbarê rewşa Seven de agahî girtin. Yuksekdag got rewşa 8 kesên ji komkujiyê bi birîndarî xilasbûn rewşa wan giran e.

'J BO LI KOBANÊ BIRÎNAN DERMAN BIKIN DERKETIN RÊ'

Yuksekdag diyar kir ku ciwanên SGDF'î ji bo nirxên mirovahiyê derketin rê û dixwastin birînên Kobanê derman bikin lê rastî êrîşekî nemerdî hatin. Yuksekdag anî ziman ku armanca ciwanên jiyana xwe ji dest dan pêk anîn peywirekî însanî ye û banga li dora nirxên aştî, demokrasî û piştevaniyê bên cem kir.

Yuksekdag da zanîn ku divê hemû civaka Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bibin yek û wiha got: "Heke em îro xwedî li nirxên van civanan dernekevin sibê tu ronahiya em xwedî lê derbikevin nemîne. Divê tu kes hesabên siyasî neke." Yuksekdag bilêv kir ku berî her tiştî divê hikûmet li hemberî van ciwanan bi hurmet be û Tirkiye li dora van ciwanan a aştî û demokrasiyê bê cem hev gelek girîng e û wiha axivî: "Ew temelê aştî û demokrasiyê ne. Dema wan daxwazên xwe dianîn ziman hatin qetilkirin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê daxwazên wan bi cih bînin."

Yuksekdag têkildarî êrîşa li Serêkaniyê ya "HDP bertekan nîşanî şîdetê nade" jî wiha da: "Nirxandina şaş û bêbingeh in" Yuksekdag destnîşan kir ku ew êrîş û cînayetan rast nabînin.

'HEKE BI GIRTINA CANÊ MIN WÊ DESTÊ XWE JI CIWANAN BIKŞÎNIN BILA BÊN BIGIRIN'

Yuksekdag berteknîşanî gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên "Di nava kesên mirî de tu rayedarên şaredariyê û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyê hene" da û wiha axivî: "Duh hikûmet derket got, 'hûn çima nemirin' Ev yêk bi tu wijdanê nayê îzahkirin. Ev yêk hişmendiya xirab a derdikeve derve ye. Dibêjin 'Hûn çima nemirin?' me sûcdar dikin. Min duh jî got heke bi girtina canê min dê destê xwe ji ciwanan bikşînin bila bên canê min bigirin."

Yuksekdag û heyeta pêre pişt re çûn Nexweşxaneya Park a Medîcal a Goztepe û Guneş Erzuruluoglu ziyaret kir.