HDP'ê Cejna Çapemeniyê pîroz kir

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Olûç Cejna Çapemeniyê pîroz kir û got, "DAIŞ qetil dike, medya AKP'ê êrîşî HDP'ê dike. Raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê rewşa van organên çapemeniyê ketine navê, ecêb dibîne."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sarûhan Olûç bi daxuyaniyeke nivîskî 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê pîroz kir.

Olûç got, "24'ê Tîrmehê ku weke salvegera rakirina sansurê ji ser çapemeniya Tirkiyeyê tê pîrozkirin, rola dîrokî ya berxwedana rojnamevanên Babialî ya li hemberî hewldanên sansur û zextê yên Sûltan Abdulhamît e."

Olûç anî ziman ku berxwedana di 24'ê Tîrmeha 1908'an de destpê kir, heta roja îro jî dewam dike û diyar kir ku her çend bi awayekî fermî sansur hatibe rakirin jî îro li Tirkiyeyê zext, sansur û xebatên mobbîn ên li hemberî kedkarên medyayê yên ne alîgirê desthilatdariyê ne, dewam dikin.

'MEDYA YA GOTINEKE NEYÎNÎ JI BO DAIŞ'Ê BI KAR NÎNE, ÊRÎŞÎ PARTIYA ME DIKE'

Olûç bal kişand ser rewşa hin organên çapemeniyê yên nêzî desthilatdariyê ne û got, "Ev organên medyayê û hin pênûsên wan, ku li hemberî DAIŞ'ê gotineke neyînî bi kar nînin, bi qasî ku li hemberî Hevserokên me gotina 'dest bi xwîn' bi kar bînin, ji rê derketine. Hatine wê nuqteyê ku ji ber Hevserokên me, parlamenterên me di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest nedane, wan 'sûcdar' îlan dikin."

Olûç got, "DAIŞ qetil dike, medya AKP'ê jî êrîş HDP'ê dike. Raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê, rewşa van organên çapemeniyê ketine navê, ecêb dibîne."

Olûç diyar kir ku bi hêviya çapemeniya azad bi rastî jî azad bibe, hemû astengiyên qanûnî û pratîkî yên li pêşiya weşangeriya azad bên rakirin, ew 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê li hemû kedkarên çapemeniyê pîroz dikin û têkoşîna wan silav dikin.