Saziyên Civaka Sivîl, Saziyên girêdayî Rêvebeberiya Xweseriya Demokratîk û hin şêniyên Efrînê ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê û alên reş li ser avahiyên sazî û malên xwe daliqandin.
Şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê li Rojava ji aliyê sazî û dezgehên civakî û siyasî ve dewam dike. Li Efrînê saziyên civaka sivîl, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin welatiyên Efrînê ji bo piştgiriya bi malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê re û şermezarkirina komkujiyê şîn îlan kirin û alên reş li ser sazî û malên xwe daliqandin.