Ji HDP'ê pêşniyarnameya lêkolînkirina 'xebatên DAIŞ'ê

Parlamenterê HDP'ê Çalişkan, ji bo lêkolînkrina xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê pêşniyarnameya lêkolînkirinê pêşkêş kir.

Parlamenterê HDP'ê Çalişkan, ji bo lêkolînkrina xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê pêşniyarnameya lêkolînkirinê pêşkêş kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan, ji bo lêkolînkirina xebatên rêxistinkirin û çalakiyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê pêşniyarnameyek pêşkêş kir.

Di pêşniyarnameyê de hat destnîşankirin ku aşkerakirina tevgera DAIŞ'ê li Tirkiyeyê, ji bo aştî, aramî û selameta welêt di asteke krîtîk de girîng e.

ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê

Çalişkan çalakiyên DAIŞ'ê yên di nava sê salên dawî de bibîr xist û ev mînak da: "Li Reyhanli ya Hatayê êrîşa bombeyî (11'ê Gulana 2013), li Nîgdeyê şer (20'ê Adara 2014), serdegirtina Konsolosxaneya Mûsilê (11'ê Hezîrana 2014), dorpêçkirina Tirba Suleyman Şah (1'ê Cotmeha 2014), êrîşa bombeyî ya li Sûltanahmet a Stenbolê (6'ê Çileya 2015), rakirina qereqol û Tirba Suleyman Şah (22'ê Sibata 2015), bombekirina avahiyên HDP'ê yên Bajarên Edene û Mersînê (18'ê Gulana 2015), êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê (5'ê Hezîrana 2015)."

Çalişkan got, "Ev rêxistina terorê bi lez û bez dixwaze me bikişîne nava çirava Sûriyeyê û şerekî navxweyî. Hesabpirsîna ji vê rêxistina terorê, weke wezîfeyeke jêneveger li pêşiya siyaseta sivîl û meclîsê ye" û pêşniyarnameya lêkolînê pêşniyar kir.