ÎHD: Em li Gemlîkê ne
ÎHD’ê jî piştgirî da çalakiya protestoyî ya parêzeran a bi wesîleya salvegera qedexeya hevdîtinan li gel re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
ÎHD’ê jî piştgirî da çalakiya protestoyî ya parêzeran a bi wesîleya salvegera qedexeya hevdîtinan li gel re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
ÎHD’ê jî piştgirî da çalakiya protestoyî ya parêzeran a bi wesîleya salvegera qedexeya hevdîtinan li gel re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî got: “Her kesê pêvajoyê dixwîne, dişopîne û rastî nêzîk dibe, dizane ku heta Birêz Ocalan nînbe ev pêvajo pêşde naçe.”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên bi hincetên cur bi cur ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve destûr nayê dayîn bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, di salvegera qedexeya hevdîtînan de wê çalakiya protestoyî li dar bixin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî bi daxuyaniya li avahiya şaxê piştgirî da çalakiya parêzeran a 27’ê Tîrmehê li navçeya Gemlîka Bûrsa. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, endama Desteya Rêveber a Navendî ta ÎHD’ê û Rêveberê Şaxa Amedê Parêzer Gamze Yalçin û parêzerên Rêveberên Şaxa Amedê Rehşan Bataray, Pinar Dalkuş û Abdullah Zeytun di civîna çapemeniyê de amade bûn. Di civînê de hat gotin ku wê parêzerên şaxê jî tevlî çalakiyê bibin û hat xwestin ku tavilê tecrîd bê rakirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî yê di civîna çapemeniyê de axivî polîtîkayên hikûmetê rexne kir û got: “Em bi pêşdeçûnên ku mafên şexsî û kolektîf tên rawestandin re rû bi rû ne. Em dibînin desthilatdariya tabloya piştî hilbijartinê hezm nekir, yekser pêvajoya çareseriyê kiriye hedef û ber bi dawîkirinê ve dibe. Em vê ji ku derê fêm dikin. Mînaka vê ya herî berbiçav tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”
Bîlîcî wiha got: “Her kesê pêvajoyê dixwîne, dişopîne û rastî nêzîk dibe, dizane ku heta Birêz Ocalan nînbe ev pêvajo pêşde naçe.” Bîlîcî diyar kir ku Ocalan ji aliyê rêxistina xwe ve wek sermuzakerevan hatiye diyarkirin, pêvajoya bi mutabeqata Dolmabahçe pêşde diçû di encama helwesta Serokkomar de hatiye nuqteya “Kurd nîn in”.
DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN
Bîlîcî destnîşan kir ku Tirkiye ber bi siyaseteke cuda ve diçe, têkildarî vegera atmosfera bi pevçûn pêşketin rû didin û got: “Em bilez aliyan dawetî maseya diyalog û muzakereyê dikin. Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin. Ji bo di nav şert û mercên wekhev de bi rêxistina xwe, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne derfet bên avakirin. Her wiha li ser atmosfera kaotîk û pêşketinan divê tavilê bi Birêz Ocalan re hevdîtine bê kirin.”
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê û Rêvebera Şaxa Amedê parêzer Gamze Yalçin jî got ku tecrîda li Îmrali ne hiqûqî ye û nayê qebûlkirin.
‘WEK ÎHD EM LI GEMLÎKÊ NE‘
Yalçin diyar kir wek parêzerên şaxê wê piştgiriyê bidin çalakiya 27’ê Tîrmehê ya li navçeya Gemlîk a Bûrsa ya ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya û Komeleya Hiqûqnasên Azad ve tê lidarxistin. Yalçin têkildarî mijarê got: “Wek parêzerên Şaxa Amedê ya ÎHD’ê em ê tevlî çalakiya 27’ê Tîrmehê ya şermezarkirina tecrîdê bibin.”