Nûçeya ANF'ê ya li ser 'DAIŞ'ê ji Davûtoglû hat pirsîn
HDP'ê nûçeya ANF'ê ya li ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Îzmîrê xist rojeva Meclîsê.
HDP'ê nûçeya ANF'ê ya li ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Îzmîrê xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, der barê nûçeya ANF'ê ya duh a bi serenavê 'Çeteya bi îmtiyaz DAIŞ' de, pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû kir û bersiva van pirsan xwest.
"Rast e ku kom an jî komên dûvikên rêxistina terorê DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê, malan kirê dikin? Heqê mayîna van kesan ji aliyê kê ve tê dayîn? Çend endamên rêxistina terorê DAIŞ heye ku der heqê wan de bultena sor hatiye derxistin û hînê li wan tê gerîn? Li keyatiya taxa Înonu ya 2. a Narlidere, qeyda temamiya şêniyên taxê heye? Rast e ku li van malên behsa mijarê, kesên cuda di demeke kurt de mane û derketine?
Tê gotin ku ev kesên nasname ne diyar, bi hinceta HDP'yî ne gef li şêniyên taxê xwarine û şêniyên taxê mexdûr dikin. Eger ev îdîa rast bin, li hemberî vê kîjan tedbîr wê werin girtin?
Rast e ku şêniyên taxê yên gef li wan hatin xwarin serî emniyetê dane, lê belê polîs neçûne cihê bûyerê?
Der heqê polîsên ên ji ewlekariya can û malê gel berpirsyar in ên naçin cihê pêwîstî bi wan heye de, pêkaneıneke we heye?
Li hemberî zext û zora li ciwanên li taxa Înonu ji bo bikaranîn û firotina narkotîkê li wan tê kirin de, ti tedbîreke we heye?"