Li Swêdê li hemberî DAIŞ’ê operasyon: 2 binçavî

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê (Säpo) yên li bajarê Goteborgê Swêdê du kes bi sûcdariya ku di sala 2013’an de li Sûriyeyê tevlî çalakiyên terorê bûne binçav kirin.

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê (Säpo) yên li bajarê Göteborg’ê Swêdê du kes bi sûcdariya ku di sala 2013’an de li Sûriyeyê tevlî çalakiyên terorê bûne binçav kirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine bnçavkirin 30 û 32 salî ne û hemwelatiyên Swêdê ne. Her wiha hat ragihandin ku kesek din jî bi heman sedeman ku tevlî heman sûcan bûye biryara girtinê hatiye derxistin.

Dozger Ronnîe Jacobsson,  diyar kir dibe ku hin kesên din jî yên bi wan re bêne axaftin hebin û da zanîn ku wê operasyonên wan ên li hemberî DAIŞ’ê wê berfirehtir bibin.