Operasyonên AKP'ê yên qirkirina siyasî dewam dikin

AKP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê û rojnamevan jî di nav de gelek kes kir binçavan. Polîsan di dema binçavkirinê de şîdet li welatiyan kirin.

AKP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê û rojnamevan jî di nav de gelek kes kir binçavan. Polîsan di dema binçavkirinê de şîdet li welatiyan kirin.

RIHA

Li navçeyên Riha Wêranşar, Serêkaniyê û Pirsûsê di serdegirtinên malan de 32 ciwan hatin binçavkirin.

Li taxên Şirnex, Hurriyet, Cûmhûriyet û Yenîşehîr ên Wêranşarê, bi îdîaya "endamê YDG-H ye" Ferhat Ûzûn, Vedat Sarioglû, Halîl Uluk, Farûk Ceylan, Abdulazîz Dakak, Serdar Kirmizigul, Sînan Kanar, Vedat Tûral û kesekî navê wî nehat zanîn kirin binçavan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîs li ciwanekî bi navê Fatîh Salvan jî digere.

LI PIRSÛSÊ OPERASYON

Li navçeya Pirsûsê ku di êrîşeke bombeyî de 31 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan, polîs derketin operasyonê. Lİ taxên Sarayalti, Cûmhûriyet, Aydin, Dîkîlî û Yenîşehîrê di serdegirtinên malan de 12 kes hatin binçavkirin û navê 9 ji wan bi vî rengî ye: Yasîn Çagan, Bozan Çelîk, Mehmet Karakûrt, Abdulkadîr Îpek, Veysî Tekîn, Îbrahîm Kayacan, Yûnûs Kaya, Ahmet Karataş û Îbrahîm Yildizer. Dayika Yasîn Çagan ê hat binçavkirin Zelîha Çagan diyar kir ku kurê wê beriya hefteyekê ji Qibrisê hatibû, ku li dixwend û ji bilî roja teqînê, ji taxê derneketibû. Dayik Çagan got, "Kurê min birîndarên ji ber teqînê radikir. Dibe ku ji ber vê yekê hatibe binçavkirin. Li cem van mirovahî nemaye.

Navnîşaneke din a operasyonên polîsan navçeya Serêkaniyê bû. Li taxên Mehmet Akîf Ersoy, Aydinlik, Yenî Mahale û taxên bejahî di serdegirtinên malan de rêveberên DBP'ê yên Navçeyê Omer Kiliç, Ayşe Işik û Elîf Bozan, Şîrîn Konûr, Berfîn Surer, Yilmaz Altûnay, Ûgûr Altûn jî di nav de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin û hemû binçavkiriyên li her sê navçeyan birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.

EDENE

Li Edeneyê di saetên sibehê de polîs bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de, di malan de lêgerîn hat kirin. Hate ragihandin ku di encama serdegirtinan de gelek endamên HDP'ê hatin binçav kirin û ew birine Miduriyeta Emniyetê ya Edenê. Di serdegirtinên li navçeya Seyhanê de rêveberên HDP'ê Cemîl Demîr û Mustafa Azboy jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin ên hatin zanîn wisa ne: Agit Yagiz, Emre Yagiz, Mevult Kutlu û zarokê bi navê Ş.A. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

ÎZMÎR 

Li Îzmîrê jî danê sibehê polîs bi ser malan de girtin. Li gor agahiyên ku hatiye bidestxistin, rêvebera HDP'ê Selda Şenol û xwendekara Zanîngeha Ege'yê Îsa Çam jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de 22 kesên din ên bi îdîaya "rêxistina paralel" hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku kesên binçav birine Miduriyeta Emniyetê.  Hevserokên HDP'ê ya Îzmîrê destnîşan kirin ku dibe hejmara kesên binçav zêde bibe. 

BÛRSA 

Li Bûrsayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û pirsanî endamên HDP'ê 7 kes hatin binçavkirin. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe. Di operasyonê de di nav de Nûçegihanê DÎHA'yê Omer Gul jî heye Omer Uzunay, Dîlber Ak, Melîk Ozcan, Murşît Karakaya, Azad Îmal, Rahmî Bozkurt. hatin binçavkirin.

MÊRSÎN 

Li taxên Barbaors, Şahîn, Bahçe û Fahrettînpaşa yên naçveya Tarsûsê ya Mêrsînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de 20 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin ên tên zanîn wisa ne: Şerif Geyik, Murat Polat, Îzzet Erol, Orhan Çakmak, Hamza Çiçekçi, Îlhan Işıksal, Atilla Özmen, İrfan Çakmak, Ahmet Kılıç. Hat zanîn ku lêgerîna gelek kesan jî heye. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tarsusê.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezex a Şirnexê ber destê sibehê saet derdora 04:00'an de polis li gel wesayîtên zirxî li Taxa Turgut Ozal bi ser gelek malan de girt. Hate ragihandin ku polîsan deriyên hin malan şikandine, di dema lêgerînê de malan tevlihev kirine û hin kesan jî derp kirine. Piştî lêgerînan welatiyên bi navê Nurî Bora (48), Sezer Sariyildiz (20) û Faruk Gerçin (18) hatin binçav kirin. Hate ragihandin ku dibe hejmara kesên binçav bilind bibe. Welatiyên hatine binçav kirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

ÎDIR 

Polîsan li Îdîrê jî bi ser gelek malan de girt û di encama serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Îdîrê Zubeyde Kaynar, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îdîrê Dîlber Turan, Şaredarê Îdîrê yê berê Huseyîn Malk, rêvebera HDP'ê Emîne Kartal, Endama DBP'ê Musa Fîlîzkiran, Oguz Ok, Emrah Aras, Yusuf Oktun û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 9 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Îdîrê tên girtin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin bi îdîaya "muxalefta zagona meş û civînan kirin" û "propagandeya rêxistinê kirin" hatin binçavkirin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî, di operasyonên binçavkirinê de bi îddiaya ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Demokratîk in, 7 kesên bi navê Mikail Altun, Rauf Akbulut, Amed Turemiş, Eren Dag, Erkan Ozcan, Durmuş Yurdagul û Barış Coşkun hatin binçav kirin. Hate ragihandin ku kesên ku hatine binçav kirin birine Miduriyeta Emniyetê û dibe hejmara kesên binçav zêde bibe. Her wiha hate zanîn ku di serdegirtina malan de polîsan gelek kes derp kirine û dema parêzerê Komeleya Mafên Mirovan a Bilîsê Bakîr Yazi jî dema ji bo binçavkirinan çûye Emniyetê, ji aliyê polîsan ve hatiye derp kirin û milê wî hatiye şikenandin. 

WAN 

Operasyonên polîsan li Wanê jî pêk hatin. Hate ragihandin ku polîsan bi ser gelek malan de girt û heqaret li malbatan kir û baxçeyên malan kolane. Polîsan serê sibê Vedat Ertaş û Hozan Abî binçavkirin. Ertaş û Abî birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Îpekyoluyê.

MÊRDÎN 

Li taxên Tepebaşi, Berçem, Koçhîsar û Mezopotamya yên navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser malan de girt û 11 kes binçavkirin. Ekîbên TEM'ê di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û hemû alavên malan belav kirin. Di encama serdartina malan de Îbrahîm Akin, Hebûn Aslan, Mazlum Kurtoglu, Burhan Denlî hatin binçavkirin. Bavê Hebûn Aslan ê ku hat binçavkirin Mehmet Aslan diyar kir ku serê sibê polîsên rûpêş bi ser malan de girt û wiha got: "Xwestin bi zorê bikevin hûndir. Dema ketin hûndir her tiştê malê ser û binû kirin. Zarokên me di nava tirsê de ew temaşe dikirin." Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qoserê.

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê tîmên taybet û polîsan bi ser malekê de girtin. Di encama serdegirtina malê de derî û paçeyên malê hatin şikatind û lê malê lêgerînekî dijwar hat kirin. Di serdegirtinan de ji ber ku kesên polîs lêdigeriyan li malê nebûn nehatin binçavkirin.

Cemal Înan ê ku polîsan bi ser mala wî de girt got bêyî hincetê nîşan bidin polîsan bi ser mala wî de girt û zirar dan alavên malê.

XERPÊT 

Li Xerpêtê jî di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. Polîsan li taxên Ulukent, Kirklar, Hîcret û Rizaiye bi ser malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Di encama serdegirtina malan de xebatkarê Navenda Giştî yê HDP'ê Îbrahim Etem Yildiz, Rêveberê DBP'ê yê Xerpêtê Şehmuz Kaya, HDP'iyên bi navê Murat Kiliç, Ferhat Şahîn û welatiyê bi navê Selahattîn ê ku paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Xerpêtê û ji ber li ser dosyayê biryara veşiyarê heye tu agahî nedan parêzeran.

ENQERE 

Li Enqere jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di operasyona li taxa Tuzluçayirê pêk hat de 9 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin ên navên wan hatin zanin ew vin: Suat Karaman û Mehmet Emin. 

KOCAELΠ

Polîsan li Kocaeliyê jî bi ser gelek malan de girt. Di encama operasyonan de di nav de xwendekarên zanîngehê û endamên HDP'ê jî hene 13 kes hatin binçavkirin. Ji 13 kesên hatin binçavkirin 8 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê serbest hatin berdan û 5 kes hêj jî di bin çavan de tên girtin.

ÊLIH 

Li Êlihê jî di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Di encama serdegirtina malan de Abdullah Menekşe, Alî Yilmaz, Sabrî Yîgît, Veysî Ubus, Muzaffer Oran hatin binaçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.

ÇEWLIK 

Li Çewlikê jî polîsan operasyonên binçavkirinê li dar xistin û 9 kes binçavkirin. Kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çewlikê. Di encama serdegirtina malan de di nav de xebatkarên Navenda Giştî yê HDP'ê jî heyî Mustafa Kutuk, Cihat Berdîbak, Yusuf Bulut, Cengîz û Haşîm ên paşnavên wan nehatin zanîn û 4 kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. 

STENBOL

Polîsên Stenbolê bi îdîaya "Endamên YDG-H, DHKP-C, DAIŞ'ê" li 26 navçeyên Stenbolê li hemberî 140 navnîşanan operasyon li dar xist û di encama operasyonê de jê 30 biyanî 103 kes binçavkirin. Tê gotin ku kesên biyanî têkîliya wan bi DAIŞ'ê re heye û di nav kesên hatin binçavkirin de gelek ciwanên kurd û endamên HDP'ê hene. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tendûrîstî birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Di operasyonê de li navçeya Bagcilar jinan bi navê Gunay Ozarslan ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Di operasyonê de Hasîl Bayuncuk ê berê ji ber endamtiya El Kaîdeyê hat binçavkirin û di demên dawî de nêzî DAIŞ'ê ye û li Stenbolê bi sempatîzanên DAIŞ'ê re nimêja cejnê kir û hevsera jî hatin binçavkirin.