Gerstêrka ji cîhana me mezintir a li derveyî Rojê hat dîtin
Daîreya Karên Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li gorî agahiyên ji maşîna fezayî Kepler wergirtî, hebûna gerstêrkeke li derveyî Rojê (exoplanet) piştrast kir.
Daîreya Karên Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li gorî agahiyên ji maşîna fezayî Kepler wergirtî, hebûna gerstêrkeke li derveyî Rojê (exoplanet) piştrast kir.
Daîreya Karên Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li gorî agahiyên ji maşîna fezayî Kepler wergirtî, hebûna gerstêrkeke li derveyî Rojê (exoplanet) piştrast kir. Ji ber navbera xwe ya bi stêrka li dora wê digere, tê texmînkirin ku pêkane 'herêma lê were jiyîn' be. Di heman demê de weke exoplaneta ji cîhanê mezintir hat qeydkirin.
Gerstêrka li dora stêrkeke li derveyî Rojê digere û li qada 'herêma lê dikare were jiyîn' e, ji Sîstema Rojê bi qasî hezar 400 salên ronahiyê dûr e.
Ev gerstêrk bi qasî car û nîvekê ji cîhanê mezintir e. Dûrbûna xwe ya ji stêrka li dora wê digere bi qasî navbera Cîhan û Rojê ye. Gerstêrka navê Kepler-452b lê hat kirin, di nava 385 rojan de li dora stêrka xwe digere.
Ji ber ku navbera wê ji stêrka li dora wê digere ne gelekî nêz e, ne jî gelekî dûr e, di nava 'herêma lê dikare were jiyîn' tê qebûlkirin. Lê belê heta niha li ser rûyê Kepler-452b hînê nîşaneyeke avê yan jî jiyanê nehatiye dîtin.
Ev gerstêrka nû ya NASA keşif kiriye, di nava gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê (exoplanet) de keşif kiriye, ya herî mezin e.