Baroya Amedê êrîşa polîsan a li hemberî parêzeran şermezar kir
Baroya Amedê da xuyakirin ku polîsan li du parêzeran dane û bûyer şermezar kir.
Baroya Amedê da xuyakirin ku polîsan li du parêzeran dane û bûyer şermezar kir.
Serokatiya Baroya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên polîsan ên li hemberî parêzer Mesût Aydin û parêzerê stajyer Hazim Bozkûrt, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di xwepêşandana 13'ê Îlona 2015'an a li semta Ofîsê ya Amedê ji bo şermezarkirina qedexeya derketina derve hat lidarxistin de, polîsan êrîşî komê kirin û di encama vê êrîşê de endamê Baroya Amedê parêzer Mesût Aydin bi lêdanê kirin binçavan.
BI QONTAXÊ LÊ DAN Û LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Endamê me Mesût Aydin, tevî ku xwe weke parêzer da naskirin jî polîsan bi qontaxa çekê lê dan, ew birîndar kirin û li erdê dirêj kirin. Şîdet û lêdana fîzîkî ya li parêzer Aydin bi mûayeneya tibî jî hatiye piştrastkirin."
LI PARÊZERÊ STAJYER ÎŞKENCEYA BI KELEPÇE YA JI 8 SAETAN!
Baroya Amedê diyar kir, ku li semta Deriyê Çiyê parêzerê stajyer Hazim Bozkûrt ê li cihekî nêzî Meydana Şêx Seîd rûdinê, bi hinceta ku qedexeya derketina derve binpê kiriye hatiye binçavkirin û 8 saetan destê wî bi kelepçe hatiye girtin.
Baroyê ev êrîşên li hemberî parêzeran şermezar kir û diyar kir ku ew ê van bûyeran heta dawiyê bişopînin.