Girtiyê nexweş Îlyas Yaşar ê 14 salî nayê dermankirin!
Yaşar Îlyas ê 14 salî, ku li Girtîgeha Ragirtina Zarokan a Şakranê tê girtin, ji bo were dermankirin serî li rêveberiya girtîgehê da, lê belê emeliyata wî ya diviyabû bi lezgînî bihata kirin piştî 13 mehan hat kirin.
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
sêşem, 15 rezberê 2015, 07:06
Yaşar Îlyas ê 14 salî, ku li Girtîgeha Ragirtina Zarokan a Şakranê tê girtin, ji bo were dermankirin serî li rêveberiya girtîgehê da, lê belê emeliyata wî ya diviyabû bi lezgînî bihata kirin piştî 13 mehan hat kirin. Kekê wî Îsmaîl Yaşar ê ji Colemêrgê hat, ji ber ku destûr jê re nehat dayîn birayê xwe bibîne, daxwaza wî ya li ber mayînê, hat redkirin. Hevserokê TAY-DER'ê Karbadag nerazîbûn nîşanî rewşê da û redkirina daxwaza li ber mayînê, binpêkirina protokola Stenbolê û sonda Hîpokrat e.
Îlyaş Yaşar ê 14 salî, ku ji ber êrîşa çeteyan a li Kobanê ji 3 aliyên milê xwe birîndar bû û hestiyên wî şikestin, li Girtîgeha Ragirtina Zarokan a Şirnexê deh mehan nehat dermankirin. Malbatê xwest ji bo dermankirinê sewqî girîtgeheke din bike û ji Girtîgeha Ragirtina Zarokan a Şakranê re hat veguhastin. Li vir 2 mehan nehat tedawîkirin û li hucreyê hat ragirtin.
Piştî du mehan îdareya girtîgehê ji bo tedawîkirinê Yaşar anî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Îzmîr Ataturk û li vir jî piştî ragirtina 5 rojan di koxûşa mehkûman de hat emeliyatkirin. Piştî emeliyatê diviyabû Yaşar li servîsa lezgîn rabigirin, lê belê ew anîn koxûşa mehkûman. Kekê wî Îsmaîl Yaşar ê ji Colemêrgê hat, hem berî hem jî piştî emeliyatê birayê xwe nedît. Tevî vê yekê jî daxwaza xwe ya mayîna li ber ji aliyê pisporê ortopedî û travmalojî K.O. ve bi hinceta "dibe ku lêpirsîn were vekirin" hat redkirin.
Hat ragihandin ku her çend tedawiya Îlyas Yaşar a li nexweşxaneyê neqediya ye jî, wê careke din wî bişînin girtîgehê.
'LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ NEHIŞTIN EM WÎ BIBÎNIN'
Kekê Yaşar Îsmaîl Yaşar der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ji Colemêrgê hatiye û çar mehin nikare birayê xwe bibîne. Yaşar got, "Hemû daxwaznameyên ji bo hevdîtinê yên me pêşkêşî dozgeriyên li Îzmîrê kirin, hatin redkirin. Bi min re rû bi rû jî neaxivîn, me derfet nedît ku derdê xwe vebêjin. Destûrê nadin ku em li nexweşxaneyê jî wî bibînin. Min xwest li ber birayê xwe bimînim, lê ev daxwaza min hat redkirin. Di rojê destpêkê de jî ji min re negotin ku emeliyat jî bûye. Me bi xwe lêkolîn kir û bihîst ku emeliyat bûye. Der heqê rewşa wê de bi rêya parêzer me agahî wergirt."
'NE TÊ DERMANKIRIN NE JÎ TÊ BERDAN'
Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYD-DER) Mûsa Karbadag da xuyakirin ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê welat bi temamî ketiye nava rewşeke şîdetê û ev şîdet li girtîgehê jî dewam dike. Karbadag got, "Yên ku bi serê pitikeke 35 rojî ya li sarincê hat ragirtin hat anîn, mixabin li girtîgehan jî xwe nîşan didin. Tevî hemû bangên me yên ji bo girtiyên nexweş jî, mixabin desthilatdariya siyasî ji ber ku xwedî nêrînên mûxalîf in, bi kîn û nefret nêzî girtiyên siyasî yên Kurd bû. Ne tedawî dikin, ne jî berdidin.
'DESTHILATDARÎ SÛC DIKE'
Karbadag anî ziman ku welat ji aliyê dîktatorekî ve tê bi rê ve birin û hiqûqa navneteweyî û gerdûnî tê binpêkirin û got, "Li girtîgehan hemû mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin. Bi taybetî, her çend derfetên tenduristiYê mafê herî bingehîn e jî, desthilatdarî sûc dike û vî mafî binpê dike. Weke gelek hevalên me, hevalê Îlyas Yaşar jî ev saleke girtî ye û bi vê birîna xwe re jiyana xwe didomîne. Ev yek kîn û hêrsa desthilatdariya AKP'ê ya li hemberî Kurdan nîşan dide. Zîhniyeta ku li Cizîrê ciwan, jin, extiyar qetil kir, îro mixabin li girtîgehan jî xwe nîşan dide."
'DIVÊ PERSONELÊN TENDURISTIYÊ BÊALÎ BIN'
Karbadag destnîşan kir ku redkirina daxwaza Îsmaîl Yaşar a li ber mayîna birayê xwe, binpêkirina protokola Stenbolê û sonda Hîpokrat e û diyar kir ku dema mijar jiyana mirovan be, divê personelên tenduristiyê bêalî bin.