Li Hambûrg û Bochûmê çalakiyên protestoyî
Kurdistaniyên li bajarên Elmanya Hambûrg û Bochûmê hatin cem hev, terora hikûmeta AKP'ê protesto krin û berxwedana Cizîrê silav kirin.
Kurdistaniyên li bajarên Elmanya Hambûrg û Bochûmê hatin cem hev, terora hikûmeta AKP'ê protesto krin û berxwedana Cizîrê silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Hambûrgê, li ber Serkonsolosiya T.C hatin cem hev û terora AKP'ê û êrîşên rojên dawî yên faşîst ên li Ewropayê şermezar kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Rojbîn gelek kes li ber Konsolosxaneya Tirk civiyan û mîtîngek pêk anîn. Di daxuyaniya li çalakiyê hat xwendin de hat ragihandin ku yên êrîşên faşîst ên li Ewropayê organîze dikin Konsoloxaneyên T.C û îstîxbarata Tirk ên li Elmanyayê ne. Hat destnîşankirin ku gelê Kurd û dostên wan wê bi xurtkirina hevgirtin û rêxistinbûyîna xwe re çalakiyên demokratîk pêk bînin û hewldanên faşîzma AKP'ê têk bibin.
Di dawiya mîtîngê de ji bo meşa roja Şemiyê ya li Haambûrgê banga beşdariyê hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
BOCHÛM
Li Bochûmê jî zêdeyî 1000 kes saet di 16:30 de li ber stasyona navendî ya bajêr civiyan û çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Çalakgeran, terora AKP'ê şermezar kirin û berxwedana Cizîrê silav kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.