Li Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin
Li Kerboranê, di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li Kerboranê, di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Tevî komkujiyên sivîlan û êrîşên leşkerî yên AKP'ê, operasyonên qirkirina siyasî didomin.
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, polîs û tîmên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser malan û 2 kes kirin binçavan.
Tîmên taybet avêtin ser taxên Bahçebaşi, Tepebaşi û Sefa yên navçeyê. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Îbrahîm Baran û Faris Çelîk hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Kerboranê.