Wezîr Dogan: Dewletê li Cizîrê êrîşî mafê jiyanê kir

Wezîrê Pêşveçûnê Dogan, têkildarî komkujiya sivîl a li Cizîrê civîna çapemeniyê pêk anî. Dogan pirsa, “Zarokek 7 salî yan jî 35 rojî, di dest de çek çêdibe?” kir.

Wezîrê Pêşveçûnê yê HDP'ê Dogan, têkildarî komkujiya sivîl civîna çapemeniyê pêk anî. Dogan pirsa,  “Zarokek 7 salî yan jî 35 rojî, di dest de çek çêdibe?” kir û got:  "Êrîşa li hemberî mafê jiyanê, dorpêçkirin û ji cîhanê tecrîdkirin nayê qebûlkirin.”

'150 HEZAR KES DI BIN DORPÊÇÊ DE BÛN; ATMOSTEREK ŞER HAT JIYÎN'

Wezîrê Pêşveçûnê Muslum Dogan, li ser komkujiya dewletê ya li Cizîrê li hember sivîlan, civînek çapemeniyê li dar xist.

Dogan di civîna li Navenda Giştî ya HDP’ê de diyar kir ku xwestiye wek nûnerê dewletê biçe û êrîşên, komkujiyên ên hêzên dewletê di cihê wê de bibîne, lê tevî vê jî ketina wan a navçe hat astengkirin. Dogan destnîşan kir ku di navçeyê de rewşeke awarte ya pir zêde hatibû îlankirin û 150 hezar kes xistibûn bin dorpêçê, ev bûyer atmosferek şer dianî bîra mîrovan.

Dogan agahî da ku di êrîşên hêzên dewletê de pitikek 35 rojî û jineke 80 salî jî hat qetilkirin, hê jî bi sedan birîndar nehatine dermankirin û ambulans jî xizmetên xwe pêk nayînin.

Dogan peyama aştiyê da û wiha got: “Bi siyaseta ewlehiyê, aştî serwer nabe. Welatê me di pêvajoyeke pir xeter re derbas dibe. Ev pirsgirêk bi siyaseta ewlehiyê  çareser nabe, jixwe ev li holê ye. Bi pêkanînên salên 90’î, ev çareser nabin. Her wiha rewşa ku li rojava pêş dikeve jî rewşek cidî ye.”

'MAFÊ JIYANÊ HAT TECRÎDKIRIN!'

Dogan wiha axivî: “Mirovan av nedidîtin. Zarokên xwe nikaribûn bibin nexweşxaneyan. Dayikên ducanî nikarîbûn biçin nexweşxaneyan. Ev tiştan welatê me napejirîne. Welatê me niha di qada navneteweyî de tê nîqaşkirin. Li Tirkiyêey, girêdanên me yên biratî/xwişktiyê digihêje hezar salan. Mafê kesî tineye ku pelek darê jî jêbike. Êrîşa li  ser mafên jiyanê, dorpêçkirin, ji cîhanê tecrîdkirin kes nema qebûl dike.”

Dogan bi bîr xist ku li Cizîrê 23 sivîl hatine qetilkirin û wiha dewam kir: “Zarokek 7 salî yan jî 35 rojî, di dest de çek çêdibe? Eger hûn wan terorîst îlan bikin ev nabe nirxandineke objektîf. Beriya qedexeya derketina derve sewqiyat tê kirin. Hêzên taybet sewqî wir dikin. Nûnerên rêveberiya navendî ya li wir jî dibêjin ‘em nas nakin’. Eger wezîrek diçe wir pêwîst e, Waliyê Şirnexê me pêşwazî bike, lê bersivê nade telefonên me jî. Waliyek ketina me ya navçeyeê asteng dike. Divê walî tavilê ji wezîfeyê bê girtin.”

JI TOPÇU RE HIŞYARÎ

Dogan ji bo gotina Wezîre Çandê Yalçin Topçu ya “Bîla wezîrên HDP ji kar bên kişandin” nerazîbûnek tundî nîşan da û  got: “Wek wezirekî ku hatime hilbijartin ez vî hevalê me li vê derê hişyar dikim. Di nav atmosfera aştiyê de ji gotinên ku derfetên jiyana pêkve kêm dikin û gotinên ku mirovan terorîze dikin birevin. Ev dînamîtkirina pêşerojê re ye. Ji ber ku nehatiye hilbijartin me dike hedef. Em  mirovên bi exlaq in yên îradeya gelan li ser xwe hildigirin. Kesên ku nikarin îradeya gel hilgirin bila me dawetî  exlaqiyê nekin. Ev kesên ku alîgirên berdewamkirina vî şerî ne. Kesek ji bo hevalê xwe yê xebatê bi awayî ifadeyan bi kar bîne ma maqule bi aqlê selîm be?”