ROJANE
Hemû Nûçe
-
Davûtoglu careke din bû Serokê Giştî yê AKP’ê
Ahmet Davûtoglu careke din ji bo Serokatiya Giştî AKP’ê hat hilbijartin. -
Kurdistaniyan li Bernê rê nedan faşîstan birîndar hene
Rêxistina UETD a AKP’ê ya li Ewropayê ku xwest bi armanca provokasyonê li Bernê mîtîngeke bi navê li dijî terorê pêk bîne, Kurdistanî û dostên wan destûr nedan faşîstan. -
Ji Federasyona Komeleyên Êzîdiyan Komcivînên herêman
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan bi armanca silavkirin û destedayîna pêngava azadî û xweseriyê wê komcivînan pêk bîne. Federasyonê ji bo tevlîbûna komcivînan bang li gel kir. -
HPG: Li Amedê kesê sivîl ji ber gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da
HPG’ê diyar kir ku di çalakiya duh a li lokantayeke Amedê li hember polîsan pêk hat, kesê sivîl ji ber gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da. -
Parlamenterê Goran Salih: Em tevlîbûna kongreya AKP'ê rast nabînin
Tevgera Goran a ji bo kongreya îro ya AKP'ê hat vexwendin got, "Di rewşeke ku AKP êrîşî gelê me dike de, em tevlîbûna kongreya wan rast nabînin. Ne rast e ti partî û rêxistinên Kurd tevlî bibin." -
Komkujiya Cizîrê li Melbourne hat protestokirin
Li bajarê Melbourne yê girêdayî eyaleta Awûstralya komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê hat şermezarkirin. -
Di Fete de l'Humanite de li hember polîtîkayên şer ên Erdogan nerazîbûn
Di şahiya Fete de l'Humanite de, li hember polîtîkaya şer a Serokkomarê Tirk Erdogan a li hember gelê Kurd nerazîbûneke tund hat nîşandan. Heyeta Rojavayî ya tevlî şahiyê bû jî rastî eleqeyeke mezin hat. -
MLKP'ê salvegera xwe ya 21. li Rojava pîroz kir
Rêxistina MLKP Rojava, 21. sala têkoşîna xwe li eniyên şer û Tabûra Şehîd Serkan pîroz kir. -
Terora AKP'ê li Soçî hat şermezarkirin
Terora dewleta AKP'ê û êrîşên nîjadperest ên li hemberî avahiyên HDP'ê, ji aliyê Kurdistaniyên li Soçî dijîn ve hatin şermezarkirin. -
Polîsan li Colemêrgê avêtin ser malên Hevserokên HDP û DBP'ê
Li Colemêrgê, polîsên Tirk tevî malên Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de 3 kes hatin binçavkirin. -
Li Stenbolê 15 ESP'yî hatin girtin
Ji 17 ESP'yiyên di operasyonan de hatin binçavkirin 15 jê hatin girtin. -
Li Ewropayê gelê Cizîrê hat silavkirin
Li Ewropayê çalakiyên protestoyî yên li hemberî êrîş û polîtîkayên şer ên AKP'ê, dewam dikin. -
Ji PE banga 'dawî li şîdetê bînin, li maseya muzakereyê vegerin'
Komên polîtîk ên li Parlamenta Ewropayê, bang li Bruksel, Enqere û Kurdan kirin ku li maseya muzakereyê vegerin û bi awayekî dualî çekan bêdeng bikin. -
Berxwedana Cizîrê li Viyana û Lînzê hat silavkirin
Li bajarên Awûstûrya Viyana û Lînzê, bi çalakiyan berxwedana Cizîra Botan hat silavkirin. -
Li Elmanyayê çalakiyên ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê
Li gelek navendên Elmanyayê bi çalakiyan berxwedana Cizîrê Botan hat silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Ji jinên Kurd li balafirgeha Koln-Bonn çalakî
Bi armanca şermezarkirina êrîşên AKP’ê yên li Cizîrê pêk tîne, endamên meclîsa jinan ên Koln û Bonn li balafirgeha Koln-Bonn çalakiya bêîteatiya sivîl pêk tînin. -
Ji hunermendên Kurd li hember terora dewletê banga piştevaniyê
Hunermendên Kurd, li hemberî komkujiyên AKP’ê bang li gelan û raya giştî ya navneteweyî kirin. Hunermendan xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe. -
'Şewata hûn temaşe dikin bêdeng dimînin şewata aştiyê ye’
Di çarçoveya Fete Humanite de rojnameya Humanite bi serenava Pirsgirêka Kurd û rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê panelek li dar xist. -
Li Dusseldorfê ji bo Cizîrê çalakiya rûniştinê
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê û balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk, li ber Parlamentoya Eyaleta NRW çalakiya rûniştinê tê kirin. -
HDP’yî wê sibe li Cizîrê lêkolînan bikin
Heyeta HDP’ê wê sibe li Cizîrê ya 8 roj in di bin êrîşa leşker û polîsên dewleta Tirk de ye lêkolînan bike. -
Gara trênê û Balafirgeha Zurîhê hat dagirkirin
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê li Gara Trênê ya Navendî ji bo xwedîderketina berxwedana Cizîrê çalakiyek dagirkirinê pêk hat. Piştre girseyê Balafirgeha Navneteweyî ya Zurîchê jî dagir kir. -
Siyasetmedarên Swîsreyî li hember şerê Qesrê nerazîbûn nîşan dan
13 siyasetmedarên ku di nav wan de parlamenterên Swîsreyî jî hene, bi daxuyaniyeke hevpar polîtîkaya şer a dewleta Tirk li hemberî Kurdan da destpêkirin şermezar kirin. -
DDB'ê serlêdana ji bo Cizîrê red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB)’ê serlêdana Baroya Amedê ya ji bo rakirina qedexeya li Cizîrê red kir. -
Li Skoçyayê komkujiya Cizîrê hat protestokirin
Kurdistanî û Tirkiyeyî li paytext Edînbûrg a Skoçyayê hatin gel hev û komkujiyên sivîlan ên li Cizîrê protesto kirin. -
Alî Bakî yê di girtîgeheke Parîsê de dimîne 10 roj in di greva birçîbûnê de ye
Ciwanê Kurdistanî Alî Bakî yê di girtîgeheke Parîsê de dimîne, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan, komkujî û êrîşên demên dawî yên li hember gelê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye.