Li Awûstralyayê di 24 saetan de bi qasî 4 mehan baranê lê kir
Başûrrojhilatê Awûstralyayê ji 19’ê Gulanê roja Duşemê û ve lehî radibe.
Başûrrojhilatê Awûstralyayê ji 19’ê Gulanê roja Duşemê û ve lehî radibe.
Li bajarê Tareeyê ku bi 300 kîlometreyî li başûrê Sydneyê ye, di nava 24 saetên dawî de bi qasî 4 mehan baran bariya.
Asta avê ya Çemê Manningê ku di nava bajêr re derbas dibe, gihişt 6,3 metreyî ku ji sala 1929’an û vir ve asta herî bilind e.
Dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin, rêyên ku bi temamî di bin avê de mane radixe ber çavan. Ji ber bilindbûna avê, hin rê û pir hatin girtin.
Rayedaran ragihandin ku hin welatiyên ku malên wan di bin avê de mane, li ser banê malên xwe asê mane.
Ji Serokwezîriya Eyaleta Başûrê Galler a Nû Chris Minns ragihand ku 1.600 personelên servîsa lezgîn hatine wezîfedarkirin.
20’ê Gulanê roja Sêşemê 24 operasyonên rizgarkirinê li herêma Hunterê hatin lidarxistin. Minns her wiha ragihand ku 68 dibistan hatine girtin.
Servîsa Lezgîn a Eyaletê hişyarî da nêzî 16.000 kesan ku herî kêm heya roja Pêncşemê li malên xwe bimînin.
Hat diyarkirin ku di 48 saetên pêşiya me de, tê payîn ku baran zêde bibare, li hin herêman 200 milîmetre baran tê pêşbînîkirin.