Ji bo şermezarkirina AKP'ê li ber Parlamenta Swêd çalakiya rûniştinê
Komek ji Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo siyasetmedarên Swêdê komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan şermezar bikin, danê êvarê saet di 20:00 de dest bi çalakiya rûniştinê kir.
ANF
STOCKHOLM
sêşem, 15 rezberê 2015, 07:14
Kurdistaniyên pankarta bi nivîsa "Kujerê zarokan Erdogan" a bi zimanê Swêdî li ber parlamentê raxistin û li pişt wê rûniştin, bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk, AKP û Erdogan dirûşme qîriyan.
Îro saet di 10:00 de wê Parlamenta Swêdê ji bo xebatên dema nû bicive. Çalakgerê, piştî ku dosya û nameyên xwe yên li ser êrîşên faşîst û nîjadperestan û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve, radestî rayedarên parlamentê kirirn, wê li navenda bajêr xwepêşandaneke girseyî lidar bixin.
Ji çalakgeran Necla Yaman ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew dixwazin li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên li Kurdistanê, pêkanînên rewşa awarte li kurdistanê, qedexeya derketina derve li Cizîr û Sûrê, parlamenteran agahdar bikin.
Yaman da xuyakirin ku ew ê ji parlamenteran û rayedarên parlamentê bixwazin, ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û ji bo pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hatiye sekinandin bê meşandin, bikevin dewrê. Yaman bang li hemû Kurdistaniyên li Stockholm û derdora wê dijîn kir, ku destekê bidin çalakiya wan a li ber parlamentê.