Konûr: Daxuyaniya qeymeqamê Cizîrê ya li ser 'avê' bêbingeh in

Hevşaredarê Cizîrê Konûr, nerazîbûn nîşanî qeymeqam Adanûr da ku ji ber pirsgirêka 'avê' wan sûcdar dike.

Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanûr îdîa kir ku mirovên li Cizîrê piştî êrîş û dorpêçiyê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê tîmên taybet ve nehatine kuştin û berpirsyariya hemû neyîniyên piştî qedexeya derketina derve, xist stuyê rêveberiya şaredariyê.

KONÛR: PERSONELÊN ŞAREDARIYÊ NIKARÎBÛN DERKEVIN DERVE!

Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku qeymeqam Konûr daxuyaniyên bêbingeh dane û bi qedexeya derketina derve re gel mexdûr bûye.

Konûr axaftina xwe wiha dewam kir: "Daxwazeke qeymeqamiyê ku ji çapemeniyê ragihand, ji şaredariyê nehatiye kirin. Berevajî, di pêvajoya qedexeya derketina derve de me xwestin bi qeymeqam re hevdîtinê bikin. Tevî ku personelên wezîfedar nikarîbûn derkevin derve jî, ji bo em bersivê bidin pêwîstiyên gel ên avê, me xwest pê re hevdîtinê bikin. Bi daxuyanî û nûçeyên bêbingeh re hewl tê dayîn ser zexta xwe ya li hemberî gel binixumîne. Halbûkî personelên şaredariyê, di pêvajoya qedexeyê de ti derfetên xwe tinebû ku derkevin derve."