Ji HDP'ê banga 'Bibin endamên me yên desteya sindoqê'
HDP'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga "bibin endamên me yên desteya sindoqê" li endam û dostên xwe kir.
HDP'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga "bibin endamên me yên desteya sindoqê" li endam û dostên xwe kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê banga bûyîna endamê desteya sindoqê kir.
Di bangawaziyê de hat gotin, "Di 7'ê Hezîranê de me bi hev re benda hilbijartinê ya berhema darbeya 12'ê Îlonê hilweşand. Bi vê serketina xwe re em ji bo zarokên ji wekhevî, azadî, demokrasî, aştî, edalet û jiyana însanî re mehrûm mane re bûn hêviyeke mezin."
'BI RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ RE EM Ê ZEND Û BENDAN BA BIDIN'
HDP'ê da xuyakirin ku yên nekarîn xwe li serketina wan a 7'ê Hezîranê rabigirin, vîna jiyana bi hev re û wekhev a hemû gel û cihêrengiyan tine hesibandin û got, "Li hemberî me her şêwe bihiqûqî, bêûsûlî û zordarî rewa dîtin. Ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, welat xistin nava rewşa şer û kaosê û bi vî rengî dixwazin di 1'ê Mijdarê de hilbijartinê pêk bînin.
Roja 1'ê Mijdarê, em ê bi dengekî bilind nîşan bidin ku HDP partiyeke ji bo hilbijartinekê nîne, mala hevpar a gelan e, garantiya pêşeroja demokratîk a hevpar e. Ji bo vê jî bi ruhê 7'ê Hezîranê em ê zext û bendan ba bidin û dest bi kar bikin."
'DI EWLEKARIYA SINDOQÊ DE EM Ê XURTTIR BIN'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku wan di hlibijartinên 7'ê Hezîranê de bi kampanya "Ji bendan derbas bibe û bê" re xwe gihandine 130 hezar muşahîdên dilxwaz û bi vî rengî deng parastine û hat destnîşankirin ku ji ber ewlekariya hilbijartinên 1'ê Mijdarê hîn bêhtir di xeteriyê de ye, ew ê vê kampanya xwe bidomînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lê belê, ji ber ku me di 7'ê Hezîranê de benda ji sedî 10'an derbas kirin, êdî ne tenê muşahîd, yanî çavdêran em li desteyên sindoqan wezîfedar bikin. Di heman demê de em ê Endamê Desteya Sindoqê jî wezîfedar bikin, ku di ewlekariya sindoqê û jimartina dengan de erkên van ên qanûnî hene. Bi saya vê yekê, di mijara ewlekariya sindoqan de em ê hîn bêhtir xurt bikin. Endametiya Desteya Sindoqê, mafekî me ye ku bi serketina 7'ê Hezîranê re me bi dest xistine. Û di berdêla bikaranîn vî mafî de jî ji YSK'yê dikare heqdestek bê wergirtin."
LI RÊXISTINÊN NAVÇEYAN AN JÎ LI SER ÎNTERNETÊ FORM DIKARIN BÊN DAGIRTIN
Di daxuyaniya HDP'ê de ev bang hat kirin: "Ji bo hilweşandina desthilatdariya yên vîna gelan tine dihesibînin, ji bo xurtkirina têkoşîna aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê, ji bo bilindkirina vîna jiyana wekhev a bi hemû cihêrengiyên xwe, weke Endamên me yên Desteya Sindoqê hûn dikarin beşdarî na ME bibin. Ji bo vê jî dikarin biçin rêxistina navçeyê ya herî nêzî xwe yan jî bi dagirtina forma li ser navnîşana înternetê ya barajlariasdagel.org, serlêdanê bikin. Ji bo xwedîderketina li dengên xwe û nîşandana vîna xwe li sindoqan em bang li we dikin ku bibin Endamê Desteya Sindoqê."