BI DÎMEN

Komkujiyên AKP'ê li Fransa û Îtalyayê hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li Fransa û Îtalyayê, komkujiyên AKP'ê protesto kirin.

Komkujî û kiryarên rewşa awarte yên hikûmeta AKP li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, li Ewropayê tên şermerzarkirin. Kurdistanî û dostên wan li bajarê Fransa Cannes û bajarê Îtalya Mîlanoyê, bi dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîzma TC ji Kurdistanê bicehime" meşiyan.

CANNES

Li Başûrê Fransa bajarê Cannesê, Kurdistaniyan li hemberî pêkanînên dij mirovahiyê yên AKP li Cizîr, Farqîn, Sûr û gelemperiya Kurdistanê dimeşîne, çalakiyeke rûntinê pêk anîn. Di protestoya li Cannesê, ku bi festîvala xwe navdar e hat gotin "Li Cizîr, Amed û Kurdistanê ne fîlm, trajedî heye" hat kirin. Çalakgeran dirûşmên "Faşîzma TC ji Kurdistanê bicehime", "Gelê Cizîrê bi tenê nîne", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

'KURDISTANÊ BERXWEDANA XWE NÎŞAN DA'

Di çalakiyê de li ser komkujiyan agahî hat dayîn û Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî. Ceylan da xuyakirin ku Erdogan û AKP ji ber ku nekarîn xwe li encamên hilbijartinê rabigirin dest bi êrîşê kirine û got, "Gelê Kurdistanê caerke din rêxistinbûyîn û cîhana xwe nîşanî Erdogan, TC û tevahiya cîhanê daye. Kurdistanê careke din yekîtî, ruhê berxwedanê û exlaqê xwe nîşan daye. Ev yek wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike."

MÎLANO

Di çalakiya li Meydana Babîl a li bajarê Îtalya Mîlano de, ji ber komkujiyên li Kurdistanê AKP û Erdogan hatin protestokirin.

Girseya gel heta Konsolosxaneya Tirk bi qîrîna dirûşme û gotina sirûdan meşiya û li ber konsolosxaneyê dirûşma "Kujer Erdogan" qîriya.

Di çalakiya ku meşaleyên kesk, sor û zer hat vêxistin de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD'ê hatin hilgirtin. Meşê heta Meydana Dûomo dewam kir.

...