Li Saarbrucken li hember komkujiyên AKP’ê çalakiya kon

Li Saarbrucken komkujiyên AKP’ê bi çalakiya kon tên protestokirin. Di çalakiyê de raya gişti ya Elman tê agahdarkirin.

Li bajarê Saarbruken ê Elmanya bi çalakiya kon komkujiyên AKP’ê yên li hember gelê Kurd tên protestokirin.

Di çalakiya ku li cihê herî qerebalix ê bajer li ber galeriya Europa ku çalakiya îro destpê kir di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hat dayîn hat diyarkirin çalakî ji bo agahdarkirina raya giştî ya navneteweyî û Elmanyayê ye.

Li derdora kon ku wêneyên komkujiyê cih digirin, li aliyekî  jî belavkirina  belavokan didome.

ŞEMIYÊ MEŞA BI TEVLÎBÛNEKE  MEZIN

Kurdistaniyan, diyar kirin ku çalakiya wan a bin baranê de wê heya roja Şemiyê berdewam bike, wê heman rojê jî bi tevlîbûnek mezin meş û mitîngekê li dar bixin.

Komîteya Amadekar, banga tevlîbûna mitîngê li hemû kesên şoreşger û demokrat ên Saarland ê dijîn dikin kir.