Dor li taxa Fîkaya hat girtin
Taxa Fîskaya ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hat dorpêçkirin.
Taxa Fîskaya ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hat dorpêçkirin.
Taxa Fîskaya ya navçeya Amed Yenîşehîrê, ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hat dorpêçkirin. Bi hejmareke zêde wesayîtên zirxî yên bi tîpa akrep û bi TOMA'yan dor li taxê hat girtin. Ketin û derketina ji taxê jî hat girtin.
Hêzên dewletê yên ku rêya Zanîngeha Dîcleyê bi wesayîtên zirxî girtine, nahêlin gel biçin taxê û zanîngehê. Polîs li nava kolanan bi wesayîtên zirxî li dewriyê digerin.