ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP’ê xwest Meclîs terora dewletê ya li Cizîrê lêkolîn bike
HDP’ê xwest terora dewletê ya li Cizîrê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolînkirin. -
MUB: Divê mirovahî piştgiriyê bide gelê Cizîrê
MUB'ê li dijî komkujiya li Cizîrê bang li DYA, YE û derdorên demokratîk kir. -
Konseya Ewropayê: Bila destûr bê dayîn ji bo çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê
Konseya Ewropayê xwest, bi lezgînî destûr were dayîn, ku çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê ya bi rojane di bin dorpêçiya leşker û polîsên Tirk de ye. -
Li Fransayê çalakiyên ji bo Cizîrê didomin
Li Fransayê, êrîşên AKP'ê yên nîjadperestî yên li hemberî Cizîrê, hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de banga baldariyê li raya giştî hat kirin. -
Demîrtaş: Ev agir wê her kesî bişewitîne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li Hezexê de nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya li Cizîrê da û got, "Eger em li dijî bûyerên li Cizîrê nemeşin, wê ev agir her kesî bişewitîne. Bodrûm ne dûrî Cizîrê ye." -
Ji hikûmeta Swêdê peyama piştgiriyê ji bo Cizîrê
Wezîra Karên Derve ya Swêdê li Demîrtaş geriya û diyar kir ku ew piştgiriyê didin wan. -
Bi sedan parêzer ji bo şikandina dorpêçiyê diçin Cizîrê
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û baroyên Kurdistanê, bi sedan parêzer ji bo biçin Cizîrê gihaştin Mêrdînê. -
Li Mûşê 4 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin
Li Mûşê, di operapsyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin. -
Civîna koma HDP'ê ji bo Cizîrê tê lidarxistin
Civîna koma HDP'ê bi beşdariya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê, li Navenda Çandê ya Şaredariya Hezexê ji bo Cizîrê tevî gel tê lidarxistin. -
Sariyildiz: Pitika 35 rojî ne sivîl e?
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz li Davûtoglû yê digot "Li Cizîrê windahiyeke bi tenê ya sivîl jî nîne" ev pirs kir: "Pitika 35 rojî ya ji ber nekarî bibin nexweşxaneyê mir, ne sivîl e? Dayika 7 zarokan Meryem Sune ne sivîl e?" -
Heyeta ESP'ê ya ji bo Cizîrê ket ser rê hat hat astengkirin
Heyeta ESP'ê ya ji bo çûyîna Cizîrê bi heyeta HDP'ê re ket ser rê, li Mîdyatê hat astengkirin. Heyeta ku Seroka Giştî Sûltan Ûlûsoy jî di nav de ye, destûr nehat dayîn ku bikeve nava Hezexê. -
Keskîn: Bila rêyên hevdîtina bi Ocalan re bên vekirin!
Parêzer Keskîn, ji bo aştiyê xwest rêyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên vekirin. Keskîn destnîşan kir ku AKP a di polîtîkaya şer de israr dike, wê ji encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêmtir wekîlan bi dest bixe. -
Berxwedana Cizîrê li Fransayê hat silavkirin
Li paytexta Fransa Parîs, li bajarên Strasobûrg û Evry, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê pêk hatin. -
2 kesên din li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan
Li Cizîrê ku derketina derve lê qedexe ye, hêzên dewleta Tirk Bunyamîn Îrcî (15) qetil kirin. Mehmet Dîkmen (70) ê nexweşiya dil pê re hebû, ji ber polîsan nehiştin wî rakin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. -
Li Hambûrg û Saarbruckenê çalakiyên xwedîderketina li Cizîrê
Li bajarên Elmanya Hambûrg û Saarbruckenê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê çalakî hatin lidarxistin. -
Hikûmeta Iraqê: Operasyonên dewleta Tirk êrîşa li dijî serweriya me ye
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir. -
Polîtîkaya şer a AKP'ê li 5 bajarên Swêdê hat protestokirin
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, li bajarên Borlange, Falûn, Orebro û Ûppsala daketin meydanan, bomberdûman û operasyonên girtinê yên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê li hemberî gelê Kurd, şermezar kirin. -
SP a Swîsre: Erdogan li ber deriyê Ewropa li dijî Kurdan şer dike
Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, şerê Tirkiyeyê yê li hemberî gelê Kurd şermezar kir. -
Li Frankfurtê li dijî meşa faşîstan çalakiya blokaj
Li bajarê Franfurt ê Elmanyayê, li hember meşa Tirkên faşîst çalakiya blokajê ya Kurdistaniyan û Çepgirên Elman tê lidarxistin. -
Ji ber topa leşkeran jinek birîndar bû
Ji ber top û obusên ji qereqolên li Oremarê hatin avêtin, jinek birîndar bû. -
'Divê mirovahî li pêşberî rewşa li Cizîrê bêdeng nemîne'
Li ser banga OHD û MHD hiqûqnas diçin Cizîrê cihê dewlet lê komkujiyê dike. Parêzer Zîncîr ê di nava heyetê de cih digire destnîşan kir ku divê li hemberî faşîzma Erdogan her kes têkoşîneke hevpar bimeşînin. -
Êrîşên nîjadperestî zêde dibin, Kurd dikevin rewşa xweparastinê
Êrîşên faşîst ên ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê zêde bûn, duh bi şev û danê vê sibehê dewam kirin. Li hin navendan gel ket rewşa xweparastinê. -
Li Riha û Îdirê girtin, li Mêrdînê binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî jî dewam dikin. Li pirsûsê kesek, li Îdirê 4 kesên din hatin girtin. Li Mêrdînê jî kesek hat binçavkirin. -
Girtiyê nexweş Çelebî di nava tecrîda tecrîdê de ye
Nexweşê Wernîcke Korsakoff û şîzofrenî Mehmet Alî Çelebî, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê, di nava tecrîda tecrîdê de tê ragirtin. -
Li Erdîşê desteka ji bo Cizîrê
Li Erdîşê, bi armanca silavkirina berxwedana li Cizîrê û şermezarkirina komkujiyê, esnafan dikanên xwe venekirin.