Ji Wezîrê HDP'yî Dogan li Îzmîrê hevdîtin
Wezîrê Pêşvebirinê yê HDP'yî Dogan, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê ziyaret kir. Dogan, di daxuyaniya piştî serdanan de peyama aştiyê da.
Wezîrê Pêşvebirinê yê HDP'yî Dogan, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê ziyaret kir. Dogan, di daxuyaniya piştî serdanan de peyama aştiyê da.
Wezîrê Pêşvebirinê û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, li Îzmîrê hin serdan kir. Dogan li Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi endamên partiyê re hevdîtin pêk anî û dûre Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ziyaret kir, bi Şaredarê Bajarê Mezin Azîz Kocaoglû re rûnişt. Di serdanê de tevî Dogan Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Dîlek Aykan jî amade bû.
SEROKÊ ODEYÊ: PÊWÎSTIYA ME BI YEKBÛYÎNÊ HEYE
Dogan piştî Şaredariya Bajarê Mezin, çû serdana rêveberiya Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê. Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê Ekrem Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyaniyek da, bal kişand ser rewşa şer a AKP'ê li welêt rê li ber vekiriye û got, "Pêwîstiya me ne bi cihêbûnê, bi yekbûyînê heye. Em mirovên ji heman kokê ne, li vê xakê mezin bûne. Mafê me kesî nîne, em kesekî biyanî bibînin." Serokê Odeyê xwest, dawî li rêbazên çekdarî bê anîn.
'BILA TILÎ JI SER TETÎKÊ VEKIŞIN'
Dogan jî nerazîbûn nîşanî konsepta şer a AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan xistiye meriyetê da û got, "Pêvajoya heyî ya li welatê me pêvajoyeke bê qebûlkirin nîne. Em nema dikarin xwe li dilopeke xwînê jî rabigirin. Me li Cizîrê dît. Pêwîstî bi aştiyê heye. Em bawerin ku Odeya Bazirganiyê jî wê di vî warî de hin tiştan bike. Feraseteke cuda ya Îzmîrê heye. Gelê Îzmîrê demokrat e. Em êrîşên li hemberî partiya me bi gelê Îzmîrê ve têkildar nabînin. Vana provokatorên ji derve hatine. Li welatekî hevpar ti pirsgirêk nîne ku em nikaribin çareser bikn. Pêwîste her du alî tiliyên xwe ji ser tetîkê bikişînin. Mirina zarokên gelê xizan, bi kêrî kesî nayê. Divê em bi lezgînî aştiyê ava bikin."