Mahmoud Abbas li Beyrûtê ye: Rojev bêçek hiştina kampên Fîlîstînê ye

Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmoud Abbas ji sala 2017’an ve cara ewilî ji bo serdaneke fermî, çû paytexta Lubnan Beyrûtê.

Rojeva sereke ya serdana Abbas ew e ku çekên li kampên koçberên Fîlîstînî yên li Lubnanê, bên komkirin û ev kamp bikevin bin kontrola dewletê.

Kampên li Lubnanê ku nêzî 220.000 koçberên Fîlîstînî lê ne, demek dirêje ji dervey kontrola meqamên fermî ye û piranî ji aliyê komên Fîlîstînî yên çekdar ve tên birêvebirin. Abbas di çarçoveya serdana xwe de, destpêkê bi Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun re hevdîtin kir.

Endamê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariyê ya Fîlîstînê (FKO) Ahmed Majdalani daxuyanî da AFP’ê û got, “Meseleya komên çekdar ên Fîlîstînî yên li kampan, yek ji rojeva herî girîng a vê serdanê ye.”