Li dijî komeleya Kurd a li Stockholmê êrîşa bombeyî
Li semta Fîttja ya paytexta Swêd Stockholmê, saet di 01:44 ê şevê de li hemberî Komeleya Kurd a Anatoliyê ya li zemînê avahiyekê, êrîşa bombeyî hat kirin.
Li semta Fîttja ya paytexta Swêd Stockholmê, saet di 01:44 ê şevê de li hemberî Komeleya Kurd a Anatoliyê ya li zemînê avahiyekê, êrîşa bombeyî hat kirin.
Li semta Fîttja ya paytexta Swêd Stockholmê, saet di 01:44 ê şevê de li hemberî Komeleya Kurd a Anatoliyê ya li zemînê avahiyekê, êrîşa bombeyî hat kirin. Ji ber teqînê li lokalê xisareke mezin rû da. Camên lokalê û xaniyên li ser, şikestin.
Piştî teqînê pisporên bombeyê hatin komeleyê û lêkolîn kirin. Şefê polîsan Lars Bystrom diyar kir ku ew êrîşê weke "bûyera taybet" dibînin û ji bo ronîkirinê û aşkerakirina kiryaran, ew ê lêpirsîneke ekstra bimeşînin.
GEL XWEDÎ LI KOMELEYÊ DERKET
Li kêleka komeleya ku bi giranî ji aliyê Kurdên ji Anatoliya Navîn ve tê bikaranîn, kaferyayek heye. Piştî ku bûyer hat bihîstin, Kurdistanî danê sibehê li ber avahiya komeleyê kom bûn. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li semtê û hin welatî hatin lokalê û xemgîniya xwe nîşan dan.
Parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokrat Serkan Kose û Lawen Redar û Şaredarê Botkyrka komele ziyaret kirin û destnîşan kirin, ku ew hêvîdarin kiryarê bûyerê demek ji ya din zûtir bê aşkerakirin.
Kose anî ziman ku Partiya Karker a Sosyal Demokrat êrîşê bi tundî şermezar dike û da zanîn ku êrîşên li hemberî rêxistinên civakî yên sivîl ti carî nayên qebûlkirin.
Parlamenterê endamê Komîsyona Edaletê ya Parlamentê Lawen Redar jî diyar kir ku li ser rewşê ew bi xwe bi Wezîrê Karên Hundir re axiviye û anî ziman ku der barê dîtina kiryarên bûyerê div gumana kesî nebe.
LI DIJÎ PROVOKASYONAN BANGA HIŞYARIYÊ
Kose got, "Em vê êrîşa terorê qebûl nakin. Ev êrîş wê nikaribe têkoşîna mirovên li vir asteng bike, em ê nehêlin ku asteng bike" û bang li Kurdistaniyan kir ku neyên provokasyonan.
Lawen ragihand ku çalakiyên şîdetê yên wele bombe li demokrasî û mafên mirovan nayên û diyar kir ku ew hêvîdar e polîs di dema herî kurt de bûyerê ronî bike.
Hevserokê Komeleya Kurd a Demokratîk a Stenbolê Latîf Cebe da xuyakirin ku ew vê êrîşê weke dewama êrîşên dema dawî li hemberî Kurdan tê kirin, dibîne. Cebe bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîn û têkoşîna li dijî hêzên nîjadperest û faşîst.
Piştî axaftina Cebe Kurdistaniyan bi yek dengî dirûşma "Kûçikên Erdogan nikarin bi Kurdan" qîriyan.