Li Wanê pêkanîna 'herêmên ewlehiyê' hate dirêjkirin

Li navçeyên Şax û Elbakê yên Wanê, herêmên ku di 29'ê Tebaxê de di bin navê "herêmên ewlehiyê" de hatibûn qedexekirin ji aliyê Walîtiya Wanê ve ji bo 15 rojan hate dirêjkirin.

Li navçeyên Şax û Elbakê yên Wanê, herêmên ku di 29'ê Tebaxê de di bin navê "herêmên ewlehiyê" de hatibûn qedexekirin ji aliyê Walîtiya Wanê ve ji bo 15 rojan hate dirêjkirin.

Walîtiya Wanê herêmên Kelah û Tîngê yên bi ser navçeyên Şax û Elbakê biryara ku di 29'ê Tebaxê de girtibû û herêm di bin navê "ewlehiyê" de qedexe kiribû ji bo 15 rojan dirêj kir. Bi qedexê re çalakiya mertalên zindî ya ku ji aliyê welatiyên herêmên Kelah û Tînê hatibû destpêkirin jî didome.