HDP: Zext wê nikaribe me ji rêya me vegerîne
HDP'ê êrîşên AKP'ê yên li hemberî gel û wekîlan şermezar kir.
HDP'ê êrîşên AKP'ê yên li hemberî gel û wekîlan şermezar kir.
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan, der barê terora dewletê ya AKP'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê hat ragihandin ku bi destê AKP a ku ji hilbijartinan encama dixwest bi dest nexist Tirkiye bi rewşeke mezin a şîdetê ve hatiye kişandin û hat gotin, "AKP bi tirsa hesabdayînê re Tirkiye avêtiye nava êgir. Tevî ku fêm kiriye wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de encama dixwaze bi dest nexe, şîdeta dewletê ya li hemberî gelên me şidandiye."
'MAFÊN BINGEHÎN Û JIYANÊ TÊN BINPÊKIRIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku qaşo di bin navê ewlekariya can û mal de her roj li bajar û navçeyekê derketine derve tê qedexekirin û hat ragihandin, ku li van deveran mafên bingehîn û mafê jiyanê tên binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku tevî hemû hewldanên wan jî bûyerên di nava hefteyekê de li Cizîrê qewimîne, ji raya giştî ya Tirkiyeyê hatine veşartin û hat gotin, "Agahiya ji destdayîna jiyanê ya bîst û sê welatiyên me û dîmenên topbaran û xerakirina xaniyên welatiyên me, bi tevahiya gelên me re hatine parvekirin."
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tirsa herî mezin a AKP'ê gihaştina heqîqetê ji bo gelan e û hat gotin, "Eger haya gel ji rastiyan çêbibe, wê ev yek ji bo AKP'ê bibe kabûsa herî mezin. Ji bo pêşî li aşkerabûna heqîqetê bigire, çi ji dest tê bêyî li gorî hiqûqê bipîve rast e yan na, dike. Tevî vê yekê, parlamenterên me yên hewl didin binpêkirinên mafên mirovan û bêhiqûqiya li herêmê tê kirin bikin rapor, dibin hedefa jenderme û polîsên bûne hêzên ewlekariyê yên AKP'ê.
Heyetek ji wezîran, hevserokê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên me, ji bo dîtina bûyerên qewimiye berê xwe da Cizîrê lê hat astengkirin. Ev astengî sosretî ye. Bi destwerdana fîzîkî re pêşî li heyetê hatiye birîn û destûr nehatiye dayîn biçe Cizîrê. Ev yek gelekî vekirî û zelal e; dewlet di bin navê qedexeya derketina derve de li Cizîrê sûcên gelekî mezin dike, ku van sûcan ji wezîran jî vedişêre."
'POLÎS ÊRÎŞÎ WEKÎLÊN ME DIKIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa duh a polîsên AKP'ê ya li hemberî parlamenteran û hat gotin, "Piştî ragihandina qedexeya derketina derve ya li Sûrê, gelê Amedê yê ji bo pêşîgirtina li windahiyên gengaz xwest biçe navçeyê, rastî êrîşa polîsan hat. Parlametnera me ya Amedê Çaglar Demîrel a di nava girseyê de bû, bû hedefa polîsan. Polîs bi zanebûn êrîş kir û di encamê de wekîla me ji lingê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê."
Di daxuyaniyê de êrîşa li hemberî daxuyaniya çapemeniyê ya Bloka Aştiyê ya li Meydana Galatasarayê û hat gotin, "Polîsan li vir jî wekîlên me hedef girtine. Di êrîşê de sê caran bi zanebûn fîşeka bombeya gazê li pişta parlamenterê me yê Antalyayê Sarûhan Olûç ketiye û birîndar bûye."
Di daxuyaniyê de astengî û êrîş hatin şermezarkirin û hat xwestin ku berpirsyar werin cezakirin.
'MEŞA ME WÊ DEWAM BIKE'
Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya Serokê Meclîsê ya li hemberî êrîşên li dijî parlamenteran hat rexnekirin û hat gotin, "Divê ev yek were zanîn; Partiya me HDP wê her tim dengê aştî û biratiya gelan bilind bike. Ti zext wê me ji vê rêyê venegerîne. Meşa aştî, azadî û biratiyê ya HDP'ê wê bi heman biryardariyê bidome."