Li dijî komkujiyên AKP dike, li Kolnê kon hat vedan

Li dijî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Kolnê kon hat vedan.

Li bajarê Elmanya Kolnê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Viyan, li dijî êrîşên AKP'ê, çalakiya kon a bêdawî hat destpêkirin.

Komîteya Amadekar der barê çalakiya li ber Dêra Domê hat destpêkirin de got, "Çalakiya me ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Kurd a ji Kobanê heta Cizîrê û ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve tên kirin, hatiye destpêkirin. Em bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku xwedî li çalakiyê derkevin. Girîng e hemû şoreşger, demokrat û pêşverû beşdarî çalakiyê bibin. Roj li dijî faşîzmê roja yekîtî û têkoşînê ye."