Li Agirî 19 girtî, li Dêrsimê 6 binçavkirî

Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistane her roj bi dehan kes tên binçavkirin an girtin.

Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistane her roj bi dehan kes tên binçavkirin an girtin.

AGIRÎ

Li navçeya Agirî Bazîdê, welatiyan ji bo pêşî li şer û kuştina mirovan bigirin roja 12'ê Îlonê li çiyayê Agiriyê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Di nava wan de Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay, Hevserokê HDP'a Bazîdê Nûrî Çelîk û Nûnerê TUHAY-DER'ê yê Bazîdê Cemîl Koç jî hebûn 25 welatî di vegerê de ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Piştî ragirtina li Fermandariya Jendermeyan a Bazîdê, ew derxistin dozgeriyê. Dozgerî di nava wan de Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay jî heye 6 welatî bi şertê kontrola edlî serbest berda. 

Dozgerî bi hinceta "endamên rêxistinê ne" û "alîkarê dane rêxistinê" bi daxwaza girtinê Hevserokê HDP'a Bazîdê Nûrî Çelîk û Nûnerê TUHAY-DER'ê yê Bazîdê Cemîl Koç, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Kutbettîn Saltan, aktîvîsta KJA'yê Leyla Sevgîn, endamê Meclîsa Şaredariyê Sebîh Tunç û Halime Keskîn, Mehmet Koç, Edîp Kaya, Ahmet Îper, Sebîh Ergul, Veysî Geçgîl, Alî Oruç, Memîş Ergul, Mustafa Înanç, Mehmet Çelîk, Ahmet Dogalan, Şahîn Akkurt, Muhammet Barîn û Serhat Demîr sewqî dadgehê kir û hatin girtin. 

Dema ku 19 welatî li dadgehê dihatin darizandin welatiyê li ber edliyeyê kom bûn konê ku li ser wê pankarta "Dest nede vîna me" daliqandin vedan. Parêzeran diyar kirin ku biryara girtinê siyasî ye. Parêzeran got ku li bendê bûn piştî îfadeyê serbest bên berdan lê bi careke rewşa dozê guherî û hatin girtin. 

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî polîsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Mogultay, Esentepe, Înonu û Gazikê. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Riza Candemîr, Cîhan Gok, Bulent Kirmiziçîçek, Huseyîn Şahîn û 2 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.