Li Hindîstanê serokê serhildana Maoîst a nîv sedsalî hate kuştin

Wezîrê Karên Hundir ê Hindîstanê Amît Shah ragihand ku sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Hindîstanê-Maoistê Nambala Keshav Rao (bi navê xwe yê din Basavaraju) hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê serokê serhildana Maoîstê li herêma Narayanpur a eyaleta Chhattisgarhê bi operasyonekî hatiye hedefgirtin.

Wezîr Shah di daxuyaniya xwe de wiha got, “Kuştina vê serokê ku palpişta tevgera Naksalitê, di têkoşîna 30 salî ya Hindistanê ya li dijî vê serhildanê de tiştekî ewil e.” Wezîr destnîşan kir ku bi giştî 27 milîtanên Maoist hatine kuştin.

Serhildana “Naksalit” a sala 1967’an navê xwe ji gundê Naksalbarî ya rojavayê Bengalê digire, ji wê dîrokê heta niha zêdeyî 12 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Gerîlayên Maoist li herêmên rojhilat û navendî yên Hindistanê ji bo civakên rûbirûyê xizanî û newekheviyên civakî tên şer dikin.

Shah diyar kir ku operasyon dewam dikin û îdia kir ku li eyaletên Chhattisgarh, Telangana û Maharashtrayê 54 kes hatine girtin û 84 kes jî xwe radest kirine. Hikûmetê hedef dike ku heta 31’ê Adar 2026’an Naksalizmê bi temamî ji holê rake.

Li gorî hikûmeta Hindistanê ji destpêka sala 2024’an ve zêdeyî 400 serhildêr hatine kuştin.