BI DÎMEN

Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç hate girtin

Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku di 20’ê Gulanê de di encama serdegirtina mala wî ya li bajarê Bremen ê Elmanyayê de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

YUKSEL KOÇ

Hevserokê berê yê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç îro li Karlsruheyê derket pêşberî dadgêr.

Dadgehê girêdayî madeya 129b ya têkildarî ‘’endamtiya rêxistina terorê’’ ya Yasaya Cezayî ya Elmanyayê derheqê Koç de biryara girtinê da. Piştî biryara girtinê Yuksel Koç ji Girtîgeha Bremenê re hat şandin.

Yekîneyên ewlehiyê yên Elman dan zanîn ku ew ji sala 2016’an ve ye Yuksel Koç dişopînin. Hate zanîn ku rûniştina esas a dozê jî wê li Dadgeha Eyaleta Bilind a Hamburgê were dîtin.

Parêzerên Yuksel Koç anîn ziman ku darizandin ji ber sedemên siyasî hatiye kirin û dan zanîn ku ew ê îtîrazê li vê biryarê bikin.

Her wiha girtina Koç a piştî biryara 12’emîn Kongreya PKK’ê ya fesixkirinê balê dikşîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Elmanyayê dikare girêdayî  yasayên hejmar 129a û 129b, endamên rêxistineke li cihekî din bidarizîne. Ev yasa piranî li hemberî Kurdan û komên çepgir tên bikaranîn.