ADGB'ê daxwaza azadiya Yuksel Koç kir

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) binçavkirina siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç şermezar kir û daxwaza berdana Koç kir.

ADGB'ê diyar kir ku dewleta Elman hewldanên xwe yên ji bo krîmînalîzekirina nasname û saziyên polîtîk dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku sibeha 20'ê Gulanê di sergirtina polîsên Elman de siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin û girtin.

ADGB'ê got, "Yuksel Koç salên dûr û dirêj weke siyasetmedarekî Kurdistanî li saziyên Kurdan nûnertî û hevserokatî ji rêxistiniyên sîwanî re kir, bi nasnameya xwe ya polîtîk li pêş bû, di demên cuda de wezîfeyên têkoşînê meşand. Dewleta Elman qedexeya li ser PKK'ê li dijî gel û têkoşîna Kurdan her tim bi cih anî û kir hinceta girtina aktîvîst û siyasetmedarên Kurd. Di şexsê Yuksel Koç de êrîş li rêxistiniya saziyên gelê Kurd hate kirin."

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku li hemberî vê êrîşkariya dewleta Elman a li ser rêxistiniyên koçberan û nûnerên gelê Kurd helwest bê nîşandan.

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku Yuksel Koç û koçberên polîtîk ên girtî hemû tavilê bên berdan.