Koma Keskan a Ewropayî diçe Cizîrê
Heyeta ji Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê û Partiya Keskan a Elmanya pêk tê diçe Cizîrê.
Heyeta ji Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê û Partiya Keskan a Elmanya pêk tê diçe Cizîrê.
Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê û Partiya Keskan a Elmanya, di asta jor de ji bo piştgiriyê bide çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê wê hevdîtinan pêk bîne. Heyet destpêkê wê biçe Cizîr û Mêrdînê.
Serokê Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr xwestin demek berî demekê pevçûn bi dawî bibe û ji bo peyama aştiyê bidin wê biçin Tirkiyeyê. Heyet armanc dike ku di 15'ê Îlonê de biçe Cizîrê. Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mithat Sancar Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çep Naci Sonmez wê li gel Harms û Ozdemîr biçin Mêrdîn û Cizîrê ziyaret bikin. Harm û Ozdemîr wê li gel wekîlên HDP’ê û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ku li navçeyê ne hevdîtinê pêk bînin.
Heyet wê piştî Cizîrê vegere Mêrdînê serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bike. Piştî serdanê wê saet 17.00’an li ber deriyê avahiya şaredariyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Roja êrîşa li Geliyê Doskî yê Hevserokê HDP ê Selahattîn Demîrtaş li Elmanyayê bû plan kiribû ku bi Ozdemîr û Partiya Keskan re hevdîtinê pêk bîne, lê piştre plana xwe di nîvî de hiştibû û vegeriyabû Tirkiyeyê.