HDP: Qesr û AKP prova şerê navxweyî dikin!
HDP'ê destnîşan kir ku ji êrîşên nîjadperestî yên zêde bûne, AKP û Erdogan berpisryar e û xwest tavilê tedbîr werin girtin û xwedî li wekhevî û biratiyê bê derketin.
HDP'ê destnîşan kir ku ji êrîşên nîjadperestî yên zêde bûne, AKP û Erdogan berpisryar e û xwest tavilê tedbîr werin girtin û xwedî li wekhevî û biratiyê bê derketin.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Gunay Kûbîlay, der barê êrîşên nîjadperestî yên li hemberî Kurdan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kûbîlay anî ziman ku êrîşên nîjadperestî yên careke din zêde û mezin bûne, Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve dibin û êrîşên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê yên li hemberî karker û esnafên Kurd tên kirin, bibîr xist.
'QESR Û AKP DIXWAZIN GELAN LI HEMBERÎ HEV RAKIN'
Kûbîlay anî ziman ku ev pêla êrîşên nîjadperestiyê ji ber xwe ve derneketiye û got, "Piştî 7'ê Hezîranê bi destê Erdogan û AKP'ê, hewl tê dayîn welatê me bikeve nava rewşeke şer û tevlîheviyê. Qesr û AKP vê carê dest bi provayên 'şerê navxweyî' yên gelên me dikarin li hemberî hev rakin, kirine."
Kûbîlay êrîşa herî dawî ya li hemberî karkerên Kurd ên li bajarokê Taşkestî yê navçeya Bolû Mûdûrnûyê bibîr xist û got, "Hewl tê dayîn destê aştiyê were birîn, vîna demokrasî û aştiyê ya di 7'ê Hezîranê de derket holê were pûçkirin û di navbera gelên me de tovên kîn, nefret û dijminatiyê bên çandin."
'DIVÊ TAVILÊ TEDBÎR WERIN GIRTIN'
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Gunay Kûbîlay di daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Ji bo parastina karkerên demsalî, karkerên înşeatê, esnaf û hemû karkerên bi gefê re rû bi rûne, divê tavilê tedbîrên ewlekariyê yên ji bo ewlekirina jiyana wan bên girtin. Li dijî van êrîşên nîjadperestî yên ji bo berdana hev a gelan tên kirin, pêwîste hêzên aştî û demokrasiyê, rêxistinên ked û pîşeyî, odeyên pîşeyî, welatiyên xwedî wijdan bi berpirsyarî rabin. Em banga xwedîderketina li wekhevî û biratiyê dikin."