Parîs û Berlîn di kontrolkirina sînor de bi israr in

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande got ku ji bo li sînorên Yekîtiya Ewropayê navendên kontrolê bên çêkirin wê Elmanya û Fransa pir bi israr bin.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande got ku ji bo li sînorên Yekîtiya Ewropayê navendên kontrolê bên çêkirin wê Elmanya û Fransa pir bi israr bin.

Serokkomarê Fransayê Hollande îdîa kir ku ji bo rêzdayîna ewlehiya Ewropayê navendên kontrolan dixwaze.

Holland diyar kir ku rêzdariya şênber li hember sînoran, ji bo bûyerên îro bên astengkirin tê wateya ku Yewnanîstan, Îtalya û Macarîstan bibin navendên qeydê.

Holland destnîşan kir ku tedbîrên Elmanya û Fransa derdixin pêş ev in û ji bo ev navend bikevin meriyetê “wê pir hişyar û bi israr bin”.

Daxuyaniya Hollande, piştî biryara hikûmeta Elmanya ya ku li sînoran ji nû ve kontrol çêbibin, hat kirin.

Françoîs Hollande wiha axivî: “Elmanya jî wek Fransa dixwaze li Ewropa li sînorên xwe xwedî kontrol be. Ev ji bo penaber bi rûmet û bi kontrol e bên pêşwazîkirin şert e.”

ALÎKARÊ SEROKWEZÎRÊ ELMAN SÎGMAR GABRÎEL: ‘JI BER BÊ ÇALAKBÛNA EWROPAYÊ LÎMÎTA ME TIJÎ BÛ’

Alîkarê Serokwezîrê Elman Sîgmar Gabrîel roja Duşemê di daxuyaniyê de diyar kir ji ber bê çalakbûna Ewropayê, Elmanya lîmîta xwe ya pêşwazîkirina penaberan tijî kir.

Gabrîel ji rojnameya Tagesspîegel a Elman re wiha axivî: “Pirsgirêk ne hejmara penaberan e, leza wan a hatinê ye.” Di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ev jî karên eyelet û bajaran dixe tengasiyê.