Polîtîkaya şer a AKP'ê li Moskowê hat şermezarkirin

Polîtîkaya şer a AKP'ê, ji aliyê ciwan û hunermendên Kurd ve li Moskowê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin, ku li dijî AKP a sûcê şer dike, bikevin nava tevgerê.

Êrîşên AKP'ê yên li hemberî tevahiya Kurdistanê bi taybetî li hemberî Cizîrê, ji aliyê endamên tevgera ciwanên Kurd û hunermendên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowê hatin şermezarkirin.

Ciwan û hunermendên Kurd ên li ber avahiya Otonomiya Çanda Kurd li hev kom bûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê girseya gel, Nîgar Patiyeva daxuyanî xwend û got, "Dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya şer a di dema dawî de li Bakurê Kurdistanê dimeşîne re nîşan da ku çiqasî ji nirxên mirovahiyê dûr e. Ev êrîşên bi pêşengiya AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê destpê kirin, ji bo şikandina vîna Kurd e. Ciwanên Kurd li dijî vê yekê berxwedaneke bi heybet nîşan didin. Em hemû hevrêyên xwe yên di vê berxwedanê de gihaştin asta şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi têkoşîna wan re didin."

'AKP'Ê SÛCÊ ŞER KIR; BILA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku tevî hemû hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê jî, AKP di şer de israr dike û hat gotin, "AKP bi xwînxwarî êrîşî gelê sivîl dike û dixwaze şer li qadên sivîlan bimeşîne. Di bûyerên li Farqîn, Gever, Gimgim, Sûr û herî dawî li Cizîrê rû dan de, AKP bi êrîşa li hemberî mirovên sivîl re sûcê şer dike. Divê hêzên navneteweyî li hemberî van komkujiyên AKP li Kurdistanê dike bêdeng nemînin û tavilê dest li rewşê werdin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku serketina li Kobanê bi dest hat xistin, wê li Bakurê Kurdistanê jî bi dest bikeve.

...