Ji Ewropayê heyetek ji 15 kesan diçe Cizîrê

Heyetek ji Ewropayê, wê Cizîr û bajarên din ên derketina derve lê hat qedexekirin, ziyaret bike.

Heyetek ji Ewropayê, wê Cizîr û bajarên din ên derketina derve lê hat qedexekirin, ziyaret bike.

Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DÎDF), wê heyetekê bişîne bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî navçeya Şirnex Cizîrê ku dewlet lê sivîl qetil kiriye û qetil dike. Heyeta ji 15 kesan wê bûyer û qewimînên li van deveran, ji raya giştî ya Ewropayê re ragihîne.

HEYET WÊ BI ŞAREDARÎ, RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL Û GEL RE HEVDÎTINAN BIKE

Der barê mijarê de DÎDF'ê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo lêkolînkirina bûyerên ji meha Tîrmehê û vir ve diqewimin lêkolîn bike û bi çavê xwe bibîne, wê heyetek ji siyasetmedar, rojnamevan, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên sendîkayan bişîne herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heyeta me wê di 4'ê Cotmehê de bi Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê re hevdîtinê bike, dûre derbasî Cizîrê bibe ku 9 rojan derketina derve lê hatibû qedexekirin. Heyet wê li vê derê bi hevşaredaran, parlamenteran û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinê bike û agahiyan werbigire. Heyeta me wê piştre li navçeyên Amed Bismil û Sûrê hevdîtinan bike û 7'ê Cotmehê roja Çarşemê jî piştî temamkirina hevdîtinên xwe, vegere Elmanyayê."

NAVÊN DI NAVA HEYETÊ DE CIH DIGIRN

Heyet ji van kesayetan pêk tê:

"Dr. Angelîka Claûssen ( Doktor, Seroka Ewropa ya Yekîtiya Kontroên Navneteweyî li dijî Şerê Nukleerê-IPPNW)
Prof. Dr. Ûrsûla Schûmm-Garlîng (Nûnera Konseya Aştiyê ya Elmanyayê)
Sevîm Dagdelen (Parlamentera Partiya Çep li Parlamenta Federal a Elmanyayê)
Înge Hoger (Parlamentera Partiya Çep li Parlamenta Federal a Elmanyayê)
Sadet Karabûlût (Parlamentera Partiya Sosyalîst li Hollandayê)
Jan Keetman (Nûçegihanê Rojnameya Neues Deutschland)
Olaf Matthes (Redaktorê Rojnameya Heftane Unsere Zeit)
Asli Ozarslan (Rojnamevan)
Cengîz Mogûltay (Endamê Desteya Rêveber a Eyaleta KRV ya Sendîkaya Zaniîstî û Perwerdeyê ya Elmanyayê)
Franzîska Heînzel (Endama Desteya Rêveber a Rêxistina Ciwanan Falken)
Duzgun Altûn (Endamê Desteya Rêveber a DÎDF'ê)
Mesût Onay (Innsbruck (Awûstûrya) Endamê Meclîsa Şaredairyê) 
Îngrîd Felîpe (Alîkarê Şaredarê Tîrolê) 
Gebî Maîr (Parlamenterê Partiya Keskan a Eyaletê ya Tîrol)
Bêrîvan Aslan (Parlamentera Partiya Keskan a Parlamenta Neteweyî ay Awûstûryayê)"

Ji Tirkiyeyê jî wê Hevberdevka Bloka Aştiyê û Alîkara Seroka Giştî ya EMEP'ê Nûray Sancar bi heyetê re bigere.