Nûnertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, texmîn dike ku heta dawiya vê salê ji ser Derya Spî 700 hezar koçber û penaber bên Ewropayê. Tê texmînkirin ku di sala 2016’an de jî evqas koçber bên Ewropa.
Nûnertiya NY a têkildarî koçberan raporek weşand, bal kişand ku wê herikîna koçber û penaberan a ji ber lêgerîna ewlekarî û parastinê bi awayekî zêde bidome.
Li gor nûnertiya penaberan a NY ji serê vê salê ve ji ser Derya Spî re 520 hezar û 957 koçber gihiştin Ewropa. Ji wan 387 hezar û 520 gihiştin peravên Yewnanîstanê. 131 hezar jî gihiştin Îtalyayê.
Tê diyarkirin ku ji wan koçberan ji sedî 18 zarok, ji sedî 13 jin in.
Di rapora xwe de saziya NY’yê ji bo Derya Spî bang hewldanên taybet kir, ji bo karibin li herêmê xebatên xwe bidomînin jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi 77,4 mîlyon dolarê zêde heye.
Ji bo pêvajoya Hezîrana 2015’an û Kanûna 2016’an bi giştî hewl dide ku 128 mîlyon dolarî kom bike.
Planên Nûnertiya Bilind a Pênaberan a NY’yê ji sê hedefan pêk tê.
Ya yekemîn, rizgarkirina jiyanan û di nuqteya derbasbûyinê ya yekemîn de karibin ji pêdiviyên mirovî re bibin bersiv e.
Ya duyemîn, li Bakurê Afrîkayê, Ewropayê û Qiloçê Afrîkayê bi bilindkirina kapasîteyan karibin sîstemên parastinê xurttir bikin.
Sêyemîn hedefa planê jî li herêmên yekemîn ên ku penaber atmosferek ewle lê bibînin karibin derfetên ewlehiyê û çareseriyê xurttir bikin.
Saziya NY’yê bi vî şiklî dixwaze ku ne tenê li Ewropayê heman demê de wexta penaber ji malên xwe reviyan jî li welatê yekemîn çûnê, karibên derfetên pêşwazîkirinê baştir bikin. Ev xebat herî zêde şertên pêşwazîkirinê yê welatê cîranê Sûriyeyê eleqedar dike.