Parlamentera HDP'ê Huda Kaya di civîna li bajarê Offenbachê de diyar kir ku AKP di bin navê ol de hewl dide gelan bê vîn bihêle. Kaya destnîşan kir ku Kurd ji bo mirovahiyê têdikoşin û banga zêdekirina rêxistinbûyîna jinê kir.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara ya li Frankfûrtê, li Komeleya Gogan a li bajarê Elmanya Offenbachê, bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê Huda Kaya civînek hat lidarxistin.
Rûken Karakoç di axaftina vekirinê ya civînê de bal kişand ser pêvajoya piştî 7'ê Hezîranê rû da û bang li jinan kir ku bi berpirsyarî rabin.
'AKP'Ê HÊRSA DEWLETÊ VERDIŞE'
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya mafê axaftinê wergirt û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê nirxand. Kaya da zanîn ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dixwazin vîna gelan talan bikin û got, "AKP hêrsa bi salan a dewletê verdişe."
Kaya ragihand ku medya alîgirê AKP'ê bi hedefgirtina HDP'ê re destekê dide komkujiyan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jiyana me ya bi mirovane wan ditirsîne. Erdogan xwe ne weke serok dibîne, xwe weke rizgarkerê alema Îslamê dibîne."
'DI BIN NAVÊ OL DE HEWL DIDIN BÊ VÎN BIHÊLIN'
Kaya da xuyakirin ku êrîşên li hemberî çapemeniya azad bi zêdehî dewam dikin û diyar kri ku medya alîgirê AKP'ê jî bi rola 'mafdarnîşandana komkujiyan' radibe. Kaya destnîşan kir ku ti hêz wê nikaribe ser zilmê binixumîne û got, "Yekane gelê ji bo mirovahiyê têdikoşe gelê Kurd e. AKP hewl dide di bin navê ol de me bê vîn bihêle. Ji bo vînbûyîn û afirandina demokrasiyê, pêwîste jin têbikoşin. Li dijî emperyalîzmê divê em nasnameya jinê derxînin pêş. Girîng em xwedî li hev derkevin û xwe birêxistin bikin."