Li Stenbolê qirkirina siyasî: 39 binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 39 kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî kesek hat binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 39 kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî kesek hat binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de, serdegirtina li malan û binçavkirin dewam dikin. Polîsan danê sibehê, tevî Bagcilar, Kuçukçekmece, Esenyûrt, Gazîosmanpaşa, Esenler, Bahçelîevler, Kadikoy û Sûltangazî li gelek navçeyên Stenbolê operasyon pêk anîn. Tevî rêveberên HDP û HDK'ê, sendîkavan û ekîtora rojnameya Ozgur Gundemê Hîcran Ûrûn 39 kes kirin binçavan. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
WELATIYÊN HATIN BINÇAVKIRIN
Navên welatiyên hatine binçavkirin bi vî rengî ne: Abdulkerîm Seçkîn, Abdurrahîm Yazol, Alîye Tanriverdî, Atîye Turk, Avniye Tanrikulu, Ayşe Karadag, Betul Katurman, Cafer Aydogmuş, Emîn Acar, Emîn Ank, Engîn Yardimci, Gulay Çelîk, Gulîstan Aydin, Halît Çîftçî, Haluk Agabeyoglu, Hîcran Urun, Huseyîn Gungor, Îsmaîl Kurt, Kemal Karagoz, Leyla Yilan, Mecît Aygun, Mehmet Boğakan, Mehmet Demîr, Mehmet Oran, Mîrza Korkmaz, Muzeyyen Açiş, Nasir Tonguç, Nusret Kaplan, Ramazan Kirkpinar, Refîka Kismet, Sebîha Buzan, Senar Ok, Seyfettîn Kaplan, Subutay Açik, Suleyman Meral, Tahîr Kaya, Tengazer Yılmaz, Yusuf Sumelî, Zeynep Arslan.
LI WANÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Wan Ebexê jî, Serokê berê yê BDP'ê yê navçeyê Abbas Atak ku bang lê hat kirin ji bo biçe Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, hat binçavkirin. Tê payîn ku Atak derkeve pêşberî dozgeriyê.