Qirkirina siyasî mezin dibe: Gelek kes hatin girtin û binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de îro jî gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de îro jî gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Di çarçoveya konsepa şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê re, polîsan li Îzmîr, Edene, Erzîrom, Qers, Colemêrg, Bedlîs û Wanê avêtin ser gelek mal û saziyan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
ÎZMÎR: Di serî de navçeyên Gazîemîr, Bornova, Narlidere û Bayrakli, polîsan li gelek navendên Îzmîrê avêtin ser malan. Di serdegirtina li mala xebatkarên DÎHA û Kovara Ozgur Halkê ya li Taxa Mevlana ya Bornova de, xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik hat binçavkirin. Ayik birin Şaxê TEM a Konakê.
EDENE: Li navçeya Edene Seyhanê, polîsên ku bi wesayîtên zirxî dor li kolana Cûma Pazari ya Taxa Firatê girtin, avêtin ser Meclîsa Gel a li taxê. Polîsan di dema serdegirtinê de heqaret li girseya gel a li ber avahiyê kirin û eşyayên li avahiya meclîsê belav kirin. Polîsên ku tabelay avahiyê daxistin, Berdevkê Meclîsa Gel a Taxa Firatê Mehmet Alî Înal kirin binçavan û dûre serbest berdan. Her wiha welatiyê bi navê Bekîr Kabak ê piştî kuştina 2 polîsan li Edeneyê hat binçavkirin û dûre ji aliyê dozgeriyê hat berdan, cara duyemîn hat binçavkirin û girtin.
ERZÎROM: Polîs û tîmên taybet serê sibehê li taxa Qeregvîç a navçeya Qereyazi ya Erzîromê bi ser malan de girtin û piştî lêgerîna malan ji Komîsyona Gund nêzî 20 kes binçavkirin. Hate zanîn ku di nav kesên hatin binçavkirin de zarokeke keç a 12 salî jî heye.
QERS: Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîs û tîmên taybet deriyên malan şikandin û piştî lêgerîna malan a dijwar gelek kes binçavkirin. Hate zanîn ku zarokên li dijî binçavkirinan derketin rastî lêdana polîsan hatin. Li gorî agahiyan, di encama serdegirtinan de di nav de rêveberên DBP'ê jî heyî 7 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qaqizmanê.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî tîmên taybet şevê bi ser gelek malan de girt. Hate zanîn ku di serdEgirtinên li taxên Daggol, Sumbul û Medrese de herî kêm 2 zarok hatin binçavkirin. Li taxa Daggol zarokê bi navê D.A. (16) û li taxa Medrese jî zarokê bi navê S.E. (18) hatin binçavkirin û birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta polîsan a Colemêrgê.
BEDLÎS: Li gundê Akkîs ê navçeya Bedlîs Tetwanê tîmên taybet bi ser malan de girt û welatiyê bi navê Mahmût Mete binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û Mete birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
WAN: Li navçeya Îpekyolû ya Wanê di 30'ê Îlonê de polîsan welatiyên bi navê Mehmet Şîrîn Kara, Şaban Kûrt, Îsmaîl Ograş û Saît Kaplan binçavkiribûn. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Wanê sewqî Edliyeta Wanê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Ji rêxistinê re çek temîn kirin" biryara girtina 5 welatiyan kir.
Hevberdevkê Meclîsa Gel a Demokratîk a Taxa Îpekyolû Mehmet Batu jî heman rojê hatibû binçavkirin û bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin.