HDP'ê namzetên xwe da nasandin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşma "Mirovahiya mezin, aştiya mezin" xwe ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê amade dike, bi civînek li Enqereyê, namzetên xwe da nasandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşma "Mirovahiya mezin, aştiya mezin" xwe ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê amade dike, bi civînek li Enqereyê, namzetên xwe da nasandin.

Di civîna danasînê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Sekreterê Giştî yê Malên Gel Samût Karabûlût, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy û Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn jî amade bûn.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, li ber çepikan ketin hundirê salonê û rastî eleqeyeke mezin hatin. Hevserokên HDP'ê dûre bi hev re derketin ser dikê.

Demîrtaş diyar kir ku Tirkiyeyê di 7'ê Hezîranê de tercîheke gelekî girîng kiriye û got, "Di 7'ê Hezîranê de me hêvî da Tirkiyeyê." Demîrtaş wiha dewam kir: "Yên ku nekarîn xwe li hêviya 7'ê Hezîranê rabigirin, dixwazin careke din têkçûnê tehm bikin. Wezîfeya me jî ew e ku careke din têkçûnê bikin para wan derdoran."

Yuksekdag dûre mafê axaftinê girt. Yuksekdag got, "Beriya desthilatdariya siyasî, beriya ku hêrsa qesrê pêşeroja Tirkiyeyê tarî bikin, beriya ku şer destpê bike, hêvî û kêfxweşî hebû. Wê enerjiya mezin a li nava refên me kom bûbû, hêviyeke mezin dabû Tirkiyeyê." Yuksekdag da xuyakirin ku HDP pirrengî û yekîtiya hemû gelên Tirkiyeyê temsîl dike û got, "Yên pêşeroja Tirkiyeyê tarî kirin, ji vê ronahiyê tirsiyan. Nexwestin gelê Tirkiykeyê bi vê siyaseta nû re ronî bibe."

Yuksekdag anî ziman ku gelan nîşan dane dikarin bibin hêza guherînê ya mirovahiyê û got, "Nîşan dan ku ti desthilatdariya zilmê nikare heta bi hetayê bidome. Serketina herî mezin a encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê ev bû. Pêkan e, em dikarin bi ser bixînin. Em li cem hev bin, dilê me bi hev re bin, em ê karibin biguherînin. Ya ku jê tirsiyan, ev bû."

Yuksekdag ragihand ku dildarên desthilatdariyê, di 7'ê Hezîranê de ji rastiya gelekî nikare bi rê ve bibe tirsiyane û destnîşan kir, ku desthilatdarî wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî nikaribe bi ser bikeve. Yuksekdag got, "Dema ew qediya ye. Êdî Qesir û feraseta siyasî ya hikûmeta AKP'ê wê di rûpelên kevin ên dîroka Tirkiyeyê de bimînin. Tirkiyeyê di 7'ê Hezîranê de pêşeroja xwe hilbijart. Pirrengî, jiyana bi hev er hilbijart."

Yuksekdag gotina "Eger HDP ji bendê derbas bibe, wê kaos rû bide" ya hin rayedarên hikûmeta AKP'ê bibîr xist û got, "Vaye li pêşberî me şerekî ewçend vekirî heye. Şerekî gelekî tarî ye ku piştî 7'ê Hezîranê rê li ber mirina 21 zarokan vekir. Li gelê me yê ku 400 wekîl neda, îro zilm tê kirin û bi şer bersiv tê dayîn. Desthliatdariya siyasî li her derê, bi taybetî jî li bajarên Kurdan, heyfa têkçûna xwe ji gelan digire. Gotin û çalakiya me wê gelekî xurt be. Me duh got aştî, îro jî em dibêjin dîsa dîsa aştî. Duh me got Em, îro jî em dibêjin dîsa dîsa HDP. Duh me got Mirovahiya Mezin, îro jî em dibêjin Mirovahiya Mezin, Aştiya Mezin. Me duh got 'Em ê te nekin sûltan, te nekin serok'. Îro jî em dibêjin; tu yê bi ser nekeve, em ê te nekin dîktator."

Yuksekdag got, "Di 1'ê Mijdarê de em ê qesrê di binê aştiyê de bihêlin. Wê bielimin hurmetê nîşanî vîna gelan bidin. Eger neelime wê biçin."

Yuksekdag axaftina xwe wiha dewam kir: "Di 1'ê Mijdarê de em soza serketineke mezintir didin. Em soz didin ku em ê vîna gel a xwerêveberiya demokratîk, tevlîbûna yekser li rêveberiyê û parvekirina rêveberiyê bi ser bixînin. Em ê bi ser bikevin. Dîsa dîsa HDP, dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa serketin, dîsa dîsa têkoşîn."

Dûre Demîrtaş bi gotina "Rast got" mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku HDP ji bo alternatîfeke sêyemîn jiğ gelan re biafirîne dest bi meşa xwe kiriye. Demîrtaş got, "Hewldana komkirina me li dora tekparêziyê, bi yek gotinê; şaşîtî bû. Niha em dixwazin bi feraseteke nû dewam bikin. Li hemberî polîtîkayên tekparêziyê, me polîtîkayên yekîtiyê parastin. Mîna hinar, di nava qalikekî de em dixwazin bi hezaran hebên xwe re bi hev re bijîn."

Demîrtaş anî ziman ku ew di pêvajoyeke derbasbûnê de ne û destnîşan kir, ku ji bo vê pêvajoyê veguherînin destketiyeke demokratîk, girîng e ew bixebitin.

Demîrtaş da xuyakirin ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi HDP'ê heye û got, "Gel çiqasî rastiyek bin, mirovên li nava kolanan dimeşin, dixebitin çiqasî heqîqî be, HDP jî ewqasî heqîqî ye."

Demîrtaş got, "Belê rejîm wê biguhere, lê belê em ê rejîmeke demokratîk ava bikin. Mîna ku Gandî dibêje; rejîmeke ne adîl bi edaletê hilweşînin û bi destekî bêxwîn derkevin pêşberî gel."

Demîrtaş diyar kir ku yekane rêya bicihanîna xeyalan, hişyarbûn e û got, "Em weke partiya yên hişyar bûne dibêjin dîsa dîsa HDP."

Dûre li strana HDP'ê ya hilbijartinê hat guhdarîkirin. Piştre Hevserokan danezana hilbijartinê ya HDP'ê xwendin.

Yuksekdag, di danezana hilbijartinê de beşa der heqê jinan de vegot û got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin. Jin wê şerê AKP'ê bisekinînin. Li Meclîsê em ê bibin deng û wijdanê jinê û civakê." Yuksekdag bibîr xist, ku ew yekane partiya li Tirkiyeyê sîstema hevserokatiyê xistine bernameya xwe ne û got, "Ev têrê nake, wê hevkeyatî, hevserokwezaretî, hevserokkomarî çêbibe."

Demîrtaş jî anî ziman ku ew ê bikin ku her du alî çekan bêdeng bikin, rijandina xwînê bê sekinandin û veger li maseya diyalogê were kirin. Demîrtaş got, "Li dijî yên dibêjin heta dawiyê şer, em dibêjin heta dawiyê aştî."

Yuksekdag da zanîn ku xwerêveberî garantiya yekîtiya ji dil e û destnîşan kir ku xwerêveberî navnîşana çareseriya demokratîk e.

Demîrtaş ragihand ku ew komareke tekparêz naxwazin, ew komareke demokratîk dixwazin û diyar kir ku ew ê erkên Serokkomar bi sînor bikin û têxin asteke sembolîk.

Yuksekdag da xuyakirin ku ew polîtîkayeke aştiyane ji bo derve bimeşînin û got, "Ji bo şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe, çareseriyek li ser esasê biratiya gelan û wekheviyê were afirandin, em ê bikevin nava hewldanan. Bi naskirina vîna rêveberiya demokratîk a gelê Rojava re, wê rêveberiya Sûriyeyê ya demokratîk karibe bijî."

Hevserokan serenavên mafên mirovan, dadgerî, destûra bingehîn, aboriya jiyana bi ewle, edaleta civakî, reda wijdanî, penaberî û ekolojiyê yên di danezanê de ragihandin.

Hevserokan bi gotina "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP" dawî li pêşkêşkirina danezana hilbijartinê anîn.

Dûre namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê hatin nasandin.

...