Şerîfe Erbay: Ji Pirsûsê bi saxî filitîm, ji bo edaletê namzet im

Şerîfe Erbay a bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bû, ji HDP'ê bû namzetê parlamenteriyê. Erbay got, "Ji Pirsûsê bi saxî filitîm, min hevrêyên xwe winda kir. Xewn û xeyalên me nîvco man. Niha ji bo edaletê, ji bo aştiyê namzet im."

Şerîfe Erbay a bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bû, ji HDP'ê bû namzetê parlamenteriyê. Erbay got, "Ji Pirsûsê bi saxî filitîm, min hevrêyên xwe winda kir. Xewn û xeyalên me nîvco man. Niha ji bo edaletê, ji bo aştiyê namzet im."

Şerîfe Erbay, yek ji ciwanên dewletê nekarî li Pirsûsê qetil bike, ye. Di komkujiyê de birîndar bû. Dema ji Pirsûsê vegeriya Stenbolê, ji cihê mayî têkoşîna xwe dewam kir. Lê belê bi kêmbûna hevrêyên xwe. Niha xewn û xeyalên 33 şoreşgerên hatin qetilkirin daye ser milê xwe û ji HDP'ê bû namzetê parlementeriyê yê Stenbolê. Mesaja Erbay zelal e: Ji Pirsûsê bi saxî filitîm, min hevrêyên xwe winda kir. Xewn û xeyalên me nîvco man. Niha ji bo edaletê, ji bo aştiyê namzet im.

Şerîfe Erbay, ku ji aliyê HDP'ê ve li Stenbolê di rêza 4. a herêma 2. a Stenbolê de namzeta parlamenteriyê hat nîşandan, yek ji ciwanên ku ji komkujiya li Pirsûsê bi saxî filitiye.

Erbay ji malbateke Tirk û Sûnî a ji Manîsa ye. Ji sala 2008'an û vir ve xwe weke şoreşgereke sosyalîst pênase dike. Erbay a ku di nava têkoşîna ciwanên xwendekar de cih girt, herî dawî li Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst dixebitî û ji bo tevkariyê li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bike, yek ji amadekarên kampanya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" bû.

JI BO XEWN Û XEYALÊN WAN NÎVCO NEMÎNIN

Erbay bersiv da pirsên me û anî ziman ku komkujiya Pirsûsê bandor li namzetbûyîna wê ya cara duyemîn kiriye. Erbay destnîşan kir, ku di serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê de ciwanên li Pirsûsê hatin qetillkirin, xwedî pareke mezin in û got, "Buşra Mete, Ece, Dînç, Polen Unlu, Ezgî Sadet û şehîdên me yên din, li hemû navçeyên Stenbolê û kampusan bi awayekî aktîf xebitîn. Ji bo xewn û xeyalên aştî, edalet û azadiyê yên hevalên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin bi pêş ve bibe û xeyalên wan nîvco nehêle, bûm namzet."

VEGOTINA WÊNEYÊ KÊM MAYÎ

Wêneyê ku Erbay di dema hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dildarên HDP'ê re kişandiye, têra vegotina her tiştî dike. Buşra Mete, Çagdaş Aydin, Ezgî Sadet, Polen Unlu yên di wî wêneyî de cih girtine, li Pirsûsê hatin qetilkirin.

Erbay got, "Hesteke nîvcomayî heye û ev hest ji aliyê şexsî ve berpirsyariyeke mezin li ser milê min dike. Bi hesta vê berpirsyariyê re, em ê daxwaza aştiyê di pêvajoya nû de bêhtir bi xurtî biqîrin."

Erbay got, "Ez yek ji ciwanên ku dewletê nekarîbû li Pirsûsê qetil bike me" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev rewş dibe sedem ku mirov gelek tiştên der barê jiyanê û siyasetê de bi xurtî fêm bikin. Ji bo hevalên din ên li Pirsûsê bi birîndarî rizgar bûn, heman rewş heye."

Namzeta HDP'ê ya herêma 2. a Stenbolê Şerîfe Erbay, li ser pêvajoya hilbijartinê wiha axivî: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, di navbera partiyên bûrjûva û HDP a hesreta gelan nîşan dide, pêşbirkek rû da. Di wê demê de me bang li her kesên ku AKP û sîstema serokatiyê naxwazin kiribûn, ku bi HDP'ê re jiyaneke nû ava bikin. Niha rewş gelekî cuda ye. Bi komkujiya li Pirsûsê re AKP'ê bi awayekî vekirî nîşan da ku partiyeke şer e. Pêvajoya agirbestê jî qedand û starta şer li Pirsûsê da. Dûre li Gimgim, Cizîr, Silopiya, Bismil, Elkê komkujî rû dan. Li bajarên rojava jî pêkanînên Paketa Ewlekariyê gelekî xurt û dijwar in. Di roja îro de, maf û daxwazên gelekî biçûk ên azadiyê yên weke dayîna daxuyaniya çapemeniyê yan jî ziyaretkirina gora hevaleke/î xwe, tê astnegkirin. Bi kurtasî em ê xebatên hilbijartinê di nava konsepteke şer de bimeşînin. Lê belê weke ciwanên HDP'ê, xala bingehîn a em ê destnîşan bikin; aştî û jiyana bi hev re ye."

'EM Ê REDA WIJDANÎ DESTNÎŞAN BIKIN'

Erbay ragihand ku di şer de gerîla, leşker an jî sivîl herî zêde ciwan tên qetilkirin û got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de reda wijdanî ku me destnîşan dikir, gelekî xurt bû. Di vê pêvajoya nû de jî em ê reda wijdanî bi xurtî destnîşan bikin. Em li bendê ne ku ciwanên Tirkiyeyî bersivê bidin vê banga me. Li hemberî konsepta şer û komkujiyê ya dewletê, em ê daxwaza aştiyê her bilind bikin."

Erbay da xuyakirin ku ji Gezî heta Roboskî, ji Mereşê heta Pirsûsê ew ê der heqê hemû komkujiyan de daxwaza 'edaletê' bikin û got, "Em ê daxwaza aştiyê li kolanan biparêzin û daxwaza edaletê jî bi awayekî herî xurt bilind bikin. Bi gotina dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP, em ê pêvajoya nû bi rêxistin bikin."

'DÎSA DÎSA AŞTÎ, DÎSA DÎSA BIRATÎ'

Gaziya Pirsûsê namzeta parlamenteriyê Erbay, drama mirovahiyê ya li Cizîrê rû da bibîr xist û got, "Em ciwanên li rojava, êş û qîrîna dayikên li Tirkiye û li herêmê gelekî baş dibihîzin. Me dîtin ku dayik neçar man bedena zarokên xwe yên bêruh, di qerisîneran de veşêrin. Çi dibe bila bibe, li hemberî AKP a ku bi qetilkirina zarok û ciwanan re dixwaze pêşeroja gel tine bike, em ê bibêjin dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa biratî."