‘Operasyonên qirkirina siyasî vala ne, em serî natewînin’
Di pêşengiya Rêveberiya Bajêr a HDK’ê û Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê de bi sedan kesên li ber Qada Galatasaray kom bûn, operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP’ê protesto kirin.
Di pêşengiya Rêveberiya Bajêr a HDK’ê û Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê de bi sedan kesên li ber Qada Galatasaray kom bûn, operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP’ê protesto kirin.
Di pêşengiya Rêveberiya Bajêr a HDK’ê û Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê de bi sedan kesên li ber Qada Galatasaray kom bûn, operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP’ê protesto kirin. Di daxuyaniya ku di bin dorpêça polîsan de hat dayîn, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Cesîm Soylû û Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel tevlî bûn. Bi sedan kesan gotin ku zext, binçavkirin, girtin serî bi wan nade tewandin. Tûncel di axaftina xwe de got, “Em bi berxwedanê hatin van rojan. Ji Seyîd Rizayan heta Şêx Seîdan me çong nedanîn erdê û em danaynin.”
Li Stenbolê li hember binçavkirina 44 kesan ku rêveberên HDP’ê jî di nav wan de ne, nerazîbûn didomin. Di pêşengiya Rêveberiya Bajêr a HDK’ê û Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê de bi sedan kesên li ber Qada Galatasaray kom bûn, operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP’ê protesto kirin. Bi sedan kesên ku di bin dorpêça TOMA û polîsan de herikînin qadê peyama, “Zext me bêzar nake” dan. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Cesîm Soylû û Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel jî ku amade bûn, DP, Kaldiraç, Halkevlerî, EHP û gelek partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta, “Zext, binçavkirin û girtin me bêzar nakin” ku hat vekirin, bi yek dengî, dirûşmên, “Zext me bêzar nakin”, “Li hember faşîzmê mil bi mil”, “Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa azadî”, “Gelê Nisêbînê ne bi tenê ye”, “Her cih Nisêbîn her cih berxwedan”.
‘GER PIRA AŞTIYÊ HILWEŞE WÊ WELAT BIÇE KARESATÊ’
Axaftina destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Cesîm Soylû kir û got ku rêveberên HDP’ê bi kêfî û bê hiqûq têne binçavkirin. Soylû destnîşan kir ku roja 1’ê Mijdarê danezana hilbijartinan hate aşkerakirin û di vê rojê de binçavkirin çêbûn, ev bi xwe manîdar e. Soylû got: “Em li hember van êrîş û zextan serî natewînin, bêdeng namînin.”
‘ARMANCA WAN GIRTINA RÊYA SIYASETA DEMOKRATÎK E’
Piştî Cesîm Soylû mafê axaftinê Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel wergirt û wiha axivî: “Em ji Seyîd Rizayan, Şêx Saîdan heta îro hatine, me ti carî çong nedanî û em danaynîn jî. Hewldanên we tevahî vala ne, stratejiya we ya HDP’ê di binê bendê de hiştin, vala ye. 1’ê Mijdarê wê careke din ji we re bibe bersiv. 1’ê Mijdarê di heman demê de Roja Kobanê ya Cîhanê ye û di bîra we de ye, Erdogan gotibû ‘Kobanê ha dikeve ha ket’, di 1’ê Mijdarê de wê siyaseta Erdogan bikeve.”
BILA LI HEMBERÎ FIKRAN NE BI ÇEKAN, BI FIKRAN BISEKININ
Piştî Sebahat Tûncel daxuyaniya çapemeniyê Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Sûat Çorlû xwend û got: “Me gotibû em te nakin serok. Bi piştgiriya gelan me axaftina xwe bi cih anî. Em ê bersivên van êrîşên wan jî hem li qadan hem jî 1’ê Mijdarê di sindoqan de bidin wan. Em wî heta hetayê nakin serok.”