Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo destekê ji polîtîkayên xwe yên şer û AKP'ê bixwaze sibe were Strasboûrgê, wê were şermezarkirin. Bi hezaran kes wê bi dirûşma 'Erdogan tu bi xêr nehatiye Strasboûrgê' mîtîngeke mezin lidar xistin.
Çalakî bi hewldana Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Fransayê (FUAF) tê lidarxistin û tevî gelek komeleyên Kurd, Elewî û çep ên Tirkiyeyî, rêxistinên çep ên Fransayê jî destekê didin protestoyê.
Beriya çalakiya protestoyî, gelek komele û saziyan bang kirin û destnîşan kirin, ku Erdogan ê ji ber serketina HDP'ê nebû 'serok', ji bo rûyê xwe yê dijminatiya li gelan nîşan bide, tê Strasboûrgê. Di bangawaziyê de hat ragihandin ku AKP hewl dide bi zorê desthilatdariya xwe biparêze û hat destnîşankirin ku Erdogan wê xebatên xwe yên dijminatiya li gelan bi kampanya hilbijartinê re bike yek û ji bo derewan li hilbijêrên li Ewropayê bike, tê Ewropayê.
Saziyan diyar kirin ku Erdogan, li dijî Kurdên ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li refên herî pêş têdikoş in, di bin navê 'têkoşîna li hemberî terorîzmê' de 'şerekî qirêj' dimeşîne û hat bibîrxistin, ku li hemberî partiyên mûxalîf û rojnamevanan bi sedan êrîşên rê li ber kuştin û birîndarkirinê vekirine, hatine kirin.
Di bangawaziyê de hat ragihandin ku desteka hikûmeta Fransayê ji bo Dewleta Tirk nayê qebûlkirin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em, axaftina bi hêrs û nefret a Erdogan naxwazin" û bang li hemû demokratên pêşverû, parêzvanên mafên mirovan û alîgirên aştiyê hat kirin ku sibe (4'ê Cotmehê roja Yekşemê) saet di 12'an de beşdarî mîtînga li Place Kleber a li navenda bajarê Strasboûrgê bibin.
Ji bo çalakiya mezin, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Antîkapîtalîst a Nû û gelek rêxistinên ciwanan ên çep û sosyalîst desteka xwe diyar kirin. Tevî ji herêmên Alsace û Lorraîne wê ji Swîsre û Elmanyayê jî beşdarî li çalakiyê bê kirin.
Çek ji rêxistin, komele û partiyên Fransayî, Kurd, Tirk, Elewî û çep ên banga beşdariya li xwepêşandana protestoyî ya bi navê "Erdogan bi xêr nehatiye Strasboûrgê" kirin, ev in:
"PCF, NPA, MRAP, Komeleya Dostên Kurdan, UEC, MJEC, Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Fransayê (FUAF), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ATÎK, DÎDF, SKB, Avegkon, Nor Zartonk, Odak, AYF, Nazarpek, Hayardî."